Helkefta Ji bo Roboskê Dad diyar kir kujer hê jî nehatine darizandin û got heta ku dad neyê Roboskê nayê Tirkiyê jî. Helkeftê her wiha got, ”Roboskê şerma vî welatî ye.”

Helkefa Ji bo Roboskê Dad di meha 104’an de ya Komkujiya Roboskê, ku artêşa Tirk komkujî pêk anîbû, li Şûbeya Enqerê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyaniyeke çapemeniyê da. Endamê Helkeftê Tanhû Gunduzalp got di 552 heftiyan de ya di ser komkujiyê re di aliyê cezekirin, hevrûbûn, dad û hiqûqî de ti gavek bi pêş de neçûne.

‘DAD NAYÊ TIRKIYÊ’

Gunduzalp, ”Weke roniya rojê aşkere l iber çavan e ku 34 mirovanên me bi bombeyan hatine kuştin, ev hatiye çespandin û ji hêla her kesî ve hatiye qebûlkirin lê yasa û pergala dadê ti bersiva vê nedaye. Li van xakan ku necazekirin li her deverê ye, berpirs hê jî nehatine darizandin.”

Gunduzalp her wiha diyar kir heta ku dad neyê Roboskê nayê Tirkiyê jî û got, ”Roboskê şerma van xakan, birîna xwîn jê diçe û lêgerîna dadê ye.”