Hevşaredarê Qereyaziyê yê HDP’î Bûrhanettîn Şahîn, piştî ku wezîfeya wî hate desteserkirin, hate destgîrkirin.
Hevşaredarê navçeya Qereyazî ya Erzîromê Bûrhanettîn Şahîn ku wezîfeya wî hate desteserkirin û qeyûm li şûna wî hate danîn di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin.
Tevî Şahîn her wiha Mahmût Çîmendag, Fesîh Polat û Adîl Bîngol jî hatin destgîrkirin.
HDP’î birin Fermandariya Jendermeyan. Li ser sedema destgîrkirinê agahî nehate dayin.
Bûrhanettîn Şahîn di Tîrmeha 2019’an de di serdegirtina malan de tevî 9 kesan hatibû destgîrkirin.
Di Kanûna 2019’an de tevî Şahîn her wiha 15 endamên Meclîsên Şaredariyên Qereyazî, Tekman û Qereçobanê yên HDP’î ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû di 18’ê Îlonê de hatibû girtin û qeyûm li şûna wê hatibû danîn.