Bi hezaran welatiyên Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê daketin qadan.

Di meşa ku ji aliyê TEV-DEM‘ê ve hatibû organîzekirin de, bi hezaran kes, di nav de nunerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, jin, zilam, ciwan, zarok û mezin tev lê bibûn. Di meşê de, pankartên bi nivîsên “Ji bo azadiya Ocalan serî hilde, bi xwîna xwe em ê warê zeytûnan azad bikin, bimre Erdogan û hilweşe pergala faşîzm a Tirkiyeyê” hatibûn vekirin.
Meş ji ber avahiya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd destpê kir. ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê dirûşm hatin gotin. Her wiha

Meş li nêzî navenda sûkê ya beşê rojhilatê taxê bi dawî bû. Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê Rêvebera TEV-DEM‘ê Raperîn Cûdî û endamê MSD‘ê Josef Qebelan axivîn.

Di axaftinan de berxwedana şervanan li hemberî hêzên dagirker hate silavkirin û hate gotin ku serkeftinên hatine bidestxistin berhemên ramenê Ocalan e.
Axaftivanan got: “Ocalan rêya têkoşînê û wateya azadiyê nîşanî gelan kir, serhildana 19‘ê Tîrmehê berhemên ramenê Ocalan e. Em soz dikin ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin ta Efrînê û rêberê xwe azad bikin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û Efrînê bi dawî bû.