Çalakgerên vê hefteyê yên nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’, ciwanên Kurd in. Ciwanan ji bo Meşa Azadiyê banga tevlîbûnê kirin.
Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, 428 hefte ne didome. Nobedarên vê hefteyê jî ciwanên Kurd in.
Ciwanên ku nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewr girtin, bal kişandin ser meşa ciwanan a 5’ê Îlonê ya li bajarê Hannover ê Elmanyayê. Ciwanan ji bo vê meşa ku wê bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serî hilde” bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
‘BI HEV RE SERHILDAN’
Daxuyaniya ku bi navê ciwanên nobedar hate kirin wiha ye: “428 hefte ne ji bo azadiya Rêber Apo nobed tê girtin. Me jî nobeda vê hefteyê dewr girtin. Bi navê ciwanan tenê bangeke me heye: Ciwanên Kurd ên li Ewropayê û çar parçeyên Kurdistanê, bila li dora Rêbertî bicivin û xwedî li Rêbertî derkevin. Bi navê ciwanên kurd em bang li ciwanan hemûyan dikin ku beşdarî Meşa Azadî ji Rêber Apo re bibin ku em ê li Elmanyayê li dar bixin. Û em dibêjin, ‘Bi hev re serhildan’. Mîna ku Rêber Apo got, me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin.”