KNK’ê di encamnameya civîna xwe ya Konseya Rêveber de bal kişand ser kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada navneteweyî tê meşandin û banga tevlîbûnê kir.

Encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK’ê ku di 30’ê Tebaxa 2020’an de hate lidarxistin hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de ya li ser encamnameyê, hate ragihandin ku Konseya Rêveber a KNK’ê civîna xwe ya asayî roja 30’ê Tebaxê li dar xistiye û rewşa siyasî ya li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi berfirehî nirxandiye.

Encamnameya civînê wiha ye:

“Di civînê de mijara sereke bi taybetî stratejiya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdistan û destketên Kurdistaniyan bû. Qedera navçeya Rojhilata Navîn giredayî helwest û pozisyona Kurd û Kurdistaniyan e. Helwesta global jî giredayî Rojhilata Navîn e û heke kurd û Kurdistan di nav hevkêşeya çareseriyê de nebe, ew kaos û tevlîhevî wê wek xwe û bê çareserî bimînin. Konseya KNK’ê tekezî da ser têkoşîn û berxwedana li Kurdistanê. Ew xebat û têkoşîn, ne tenê wek mijareke neteweyî û nîştîmanî ya navxweyî, her wiha wek pirsgirêkeke girîng a hemû Cîhanê jî bi nav dike. Di hevsengiya şerê neteweyî, nijadî, navçeyî û global de, pirsgirêka Kurdan xwedî girîngiyeke dîrokî û bingehîn e. 

Îro Kurd û Kurdistan careke din di bin berpirsiyariyeke mêjûyî de ne. Têkoşîna çareseriya ku îro li Kurdistanê derdikeve holê, bandora xwe li derveyê sînorê xwe jî dike. Ji bo ku ev yek pêk neyê, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe li hember vê konsept û ketwarî şer dike. 

Dewleta dagirker a Tirkiyê, îro wek djiminê sereke li dijî Kurd û Kurdistanê ye û li ser hebûna Kurdan xetereyeke mezin e. Mixabin hin alî hene, metirsiya sedsalî di êrîşkariya dewleta Tirkiyê de nabînin. Lê vî şerê heyî, wek şerekî di navbera aliyekî Kurd û dewletê de pênase dikin. Bi vê helwesta xwe ya li dij berjewendiyên neteweyî derdikevin. Ev hatiye xweya ku dewleta Tirkiye ji ber ku di qonaxa dawiyê ya hebûna xwe de ye, wek “Netew Dewlet” êrîşê li dijî Kurdistanê pêk tîne. Bi rêya nijadperestî û pêşxistina xeta Turanîzmê dixwaze xeta “Mîsakî Mîllî” li ser erdnîgariya berê ya Osmaniyan pêk bîne. Lê pêwîst dibine ku lingê yekemîn yê stratejiya “Mîsakî Millî” li ser bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê pêk bîne. Berxwedana Kurdan ya di van beşên Kurdistanê de ji bo dewletê astengiya herî mezin e. Bi teknolojiya dêgîtal ya asta herî bilind a leşkerî li dijî Kurdan şerekî dijwar û xwînelo dimeşîne.

Dewleta Tirkiye li Kurdistanê di rewşeke giriftariyê de ye û planên wê xitîmî ne. Ji ber wê jî bi êrîş û mudaxalêyên li ser Lîbyayê, başûrê Yemenê, Malî her weha xwe bi vegerzanîna cihana Îxwanan, ji xwe re dijminên nû çêdike. Îro hema tevahî dewletên Ereb û bakurê Afrîkayê li dijî dewleta Tirk in. Bi maytêkirin û desttêwerdana li ser Behra Sipî jî, îro li gel Yekîtiya Ewropayê û Natoye ketiye nava nakokiyan. Bi derxistina nakokiyên di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de Rûsya û Natoyê tîne beramberê hev. Bi lîstoka li ser dêrên Xiristiyanan yên wek “Aya Sofya” yê jî Cihana Mesîhiyan kiriye dijminê xwe. Dewleta Tirk îro di asta siyaseta Cihanê de wek dewleteke ku aramîtiyê têk dibe û welatan bê îstîkrar dike, tê binavkirin. Ev rastî, derfetên mezin pêşkêşî Kurd û Kurdistanê dikin. Da ku hebûna xwe bigihêjînin statûyekê. Bi yekîtiya neteweyî, dem dema têkbirina dewleta dagirker ya Tirkiyeyê ye. 

Ji ber ku êdî nikarê piştgiriya dewletên Ereb yên ji bo stratejiya xwe ya antî Kurd bigre, dewlata Tirk dixwaze rejîma Îranê bikşîne aliyê xwe. Êrişên wê yên li dijî gerîllayên rojhilatê Kurdistanê jî, encamên vê siyasetê ne. Dewleta Îranê jî ji aliyê xwe ve lê li gorî strateji û siyaseta dewletê bêguman dijminekî sersextê kürdi û Kurdistanê ye û heman armanc û stratejiya dewleta Tirkiyê dihewîne. Lê di rewşa îro ya dewlea Îranê de, hem di navxwe û hem jî li ser astê navneteweyî da din ava krize de ye. Hêdî hêdî çengên wê yên derdor “ Hîlala Şî´î” tên birin, li Îraqê dewrê dewletê ber bi lawazbûnê ve diçe û li Lubnan û Sûriye yê jî ketiye ber tengaviyan, bi taybetî piştî bûyera teqîna li beyrûtê. 

Dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê paralelê şerê leşkerî, şerekî civakî jî dimeşîne. Bi êrîşên taybet yên li ser jinên kurd, dixwaze morala civak û siyaseta Kurd bişkîne. Rayedarên dewleta Tirkiye tevgera azadiya jinên Kurd wek dînamîk û pêşengên şoreşa Kurdistanê dibinin. Ji ber wê jî, bi awayekî sîstematîk li ser jinên Kurd siyaseta destdirejiyê/tecawuzê pêk tîne. KNKê banga civaka Kurd a li bakûrê Kurdistanê dike, daku li hember van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin.

KNK’ê, bi taybet berxwedana gel û gerîllayan ya li dijî dagirkeriya Tirkan li devera Haftanînê, wek berxwedaneke Neteweyî û Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê dibîne. Bi giştî gelê me yê Behdînan ew 2 meh in, li dijî dagirkeriyê di nav helwestekê wêrek û berpirsyariya neteweyî de ye. Şerê  Haftanînê, tenê erka beşeke siyasî ya Kurdan nîne, belku pewîst e hemû gel û hêzên kurdan lê xwedî derkevin. Encama serkeftina şer û berxwedana Haftanînê ew ê paşeroja dewleta Tirk jî nîşan bike. 

Bi gêreşêwên û tarîkirina rastiyan û tewanbarkirinên bi rêya medya û çapemeniyê pêşiya daxwazên gelê me yên li dijî dagirkeriyê nikare bê girtin. Pewîstî heye ku medya û ragihandina Kurdî di rexneyên xwe yên siyasî de sînorên exlaq û wîjdanî yên civakî derbas nekin. Ku ew bi gotinên xirab û heqaretan li dijî hev bin. Di encam de tenê dijmin bi vê rewşê şa dibin. Her wiha girtina çalakwan, rojanmevan û siyasetmedarên li Behdînan kesên ku mafên xwe yên welatperweriyê li dijî dagirkeriye pektînin, danezana yekîtiya neteweyî dikin, gaveke li dij binpêkirina erkê neteweyî û dadperweriyê ye. Pewîst e, hemû girtiyên siyasî û yên sivîl bi lez serbest bên berdan. 

Mijareke girîng ya civîna konseya reveber ya KNKê, rewşa Êzdîxanê bû. Vegera gelê me yê Êzdî ji bo Şengalê gaveke pir pîroz e. Mîsogerkirina êmnahî û danpêdana navxweyî û navneteweyî ya Şengalê wek Ezdîxan erkekê neteweyî ya dîplomasiya Kurd e. Pewîstiya xurtirkirina dîplomasiya Kurd li gel Baxdad, Herêma Kurdistanê û asta navdewletî heye. Her wiha ji bo avakirina Şengalê jî, divê gelê me li her derê bi alîkariya madî beşdarî ji nû avakirina Êzdîxanê bibe. Doza Şengalê, pirseke neteweyî ye û ji bo tevahî Kurd û Kurdistanê ye. 

Civîna Konseya KNKê herwiha li ser rewşa gelê me yê li rojhilata Kurdistanê jî rawestiya. Li aliyekî êrîşên rejîma Îranê yên li ser gelê me zêde bûne û li aliye din ji ber sedema siyaseta dagirkerî nadadiya rejîmê, rewşa aborî ya gelê me pir tengav bûyê. Xizanî her roj diçe dikeve astên metirsîdar. Di bin navê pandemiya “Corona” yê de rejîma Îranê aboriya rojhilata Kurdistanê aniye asta fetisandinê. Têkoşîna li dijî siyaseta dagirkeriya dewleta Îranê ya di asta dîplomasî û çalakiyên xelkê Kurdistanê de îro pêwîstiyeke jiyanî ye. Herwiha pêdivî bi alîkariya aborî jî heye. Ji bona vê û rizgarbûna gele me di wê rewşa xerab da, ji her tiştî fer û ferztir yakrêzî û yek gutar û yek çeperiya hêzên siyasî yên rojhelatê Kurdistanê xwe dibine.

Rewşa başûrê Kurdistanê jî bi giştî hate şîrove kirin. Hebûna kriza aboriya xelkê Kurdistanê û arîşeyên navbera herêm û navendê, ne şefafiyeta destheladariya herêmê û leyiztinên hikmraniya baxdadê gehaye astê pirsgirêkên kûr. Lawazbûna dewrê Kurdan li Baxdayê û siyaset û nakokiyên hêzên Kurdistanî bi taybetî yên desthelatdar, ev rewş afiandiye. Pêwîste zû rewşa jiyar û aboriya xelkê bi dana mûçeyên fermanberan bête çareserkirin. Parlemanê herêmê dubare bête aktîvkirin û xwedî liv ê rewşa han derkeve.

KNKê hem wek erkeke neteweyî hem jî, ji ber ku keda rêzdar “Abdullah Ocalan” di sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de xwedî roleke serekê bû, biryar da ku di asta neteweyî de beşdarê kampanya azadkirina birêz Abdullah Ocalan bibe. Wekî tê zanîn sendîkayên herî mezin yên Brîtaniya û gelek rêxistinên sivîl yên Cîhanî li gelek aliyên Cîhanê dixwazin di bin navê “Dema Azadiyê Hat “ Kampanyayekê ji bo azadkirina birêz Ocalan dest pêbikin.

KNK’ê banga hemû Kurd û Kurdîstaniyan dike li hemû deran beşdarê vê kampanyayê bibin. 

Konseya Rêveber plansaziya Civata Gîştî ya KNKê jî, di civînê de kir biryar. Her çendi pandemiya Corona yê wek astengiyek jî be, biryar da ku Civata Gîştî di nav meha Cotmehê de pêk were, komîteyeke amadekar jî, ji bo Civata Gîştî hat danan. 

Di civîne de plansaziyek ji bo paşeroja kar û xebatên KNK’ê jî derket.”