HDK’ê ragihand ku derdê aştiyê yê bloka desthilatdariyê ya AKP-MHP’ê nîne û diyar kir ku Îmrali û welat bi temamî tecrîdkirî ye. HDK’ê destnîşan kir ku aştî bi humanîzma pûç nabe, aştî bi berxwedanê dibe.
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand.
HDK’ê bal kişand ser polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP’ê û destnîşan kir ku ‘Tecrîda Îmraliyê’ ku li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û gelek pirsgirêkan astengiya herî mezin e, ji vê feraseta desthilatdariyê cuda nîne.
HDK’ê ragihand, ti rojeveke desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, pêkanîna aştî, aramî û edaletê nîne û diyar kir, “Eşkere ye ku li Îmraliyê di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de gelên Tirkiye û Kurdistanê hemû hatine tecrîdkirin û qada azadiyê hatiye tengavkirin.”
Di dawiya daxuyaniya HDK’ê de hate ragihandin ku aştî bi pasîfîst, bêtêkoşîn û humanîzma pûç pêk nayê, aştî bi têkoşînê dibe û hate gotin, “Em mezinkirina têkoşîna şoreşger, demokrat, welatparêzan weke şertê aştiyeke esîl dibînin.”