Di Mijdara 2019’an de li dijî bihakirina benzîn û mazotê li dehan bajaran çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin.

Rêxistina Efûyê şahidiya bi dehan kesan kom kir. Li gorî rapora ku hatiye amadekirin zarok jî di nav de 7 hezar kes hatine destgîrkirin.

Rêxistinê di rapora xwe de got ku, “Kesên hatine destgîrkirin ji bo ku bibêjin ew endamên komên mûxalif in û têkiliya wan bi hikumetên biyanî re hene, êşkence li wan hatiye kirin.”

Rêxistina Efûyê diyar kir ku têkildarî xwepêşandanan navê 500 kesan êşkere kir ên ku lêpirsîn li wan hatiye vekirin. Rêxistina Efûyê got: “Cezayên girtîgehê, lêdana qemçî û darvekirinê li sedan kesan hate birîn.”

Di raporê de hate diyarkirin êşkenceya xeniqandinê, lêdan, elektrîk, şîddeta zayendî, kişandina neynûkan hatiye kirin.

Di raporê de kesekî ku êşkenceya elektrîkê lê hatiye kirin got: “Wekî bi milyonan derziyan bedena min kun dikin.” Yekî din jî diyar dikir ku mil û pêyê wî bi metoda ‘şîş kebab’ hatiye daliqandin.