Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê Hamît Kûrt anî ziman ku li şûna çareseriya pirsgirêkên karkerên çandiniyê, kedxwarî dewam dike û got, “Desthilatdarî alîgirê sermaye ye.”

Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê yên Baskê Xizmeta Daristan û Çandiniyê (Tarim Orkam-Sen) Hamît Kûrt li ser şert û mercê jiyan û tenduristiyê yên kedkarên çandiniyê yên demsalî ji ANF’ê re axivî.

Kûrt bi bîr xist ku li gel pirsgirêkên cidî yên ji ber şewbê, gelek welatan pirsgirêkên wiha jiyanê bi qanûnên biçûk daxistine asta herî nizm û got, “Li Tirkiyeyê niha têkildarî karkerên çandiniyê yên demsalî zemîneke qanûnî nîne. Em ‘Qanûna Kar’ weke sedema vê yekê destnîşan dikin. Qanûna bi hejmara 4857 qanûneke ku karkerên çandiniyê digira neva xwe, lê belê tenê li cihekî vê qanûnê navê karkerên çandiniyê derbas dibe. Qanûn bi giranî ji bo sektora tûrîzmê ye. Em jî ji bo karkerên çandiniyê yên demsalî û malbatên wan qanûnekê pêşniyar dikin, israr dikin.”

‘KEDXWARIYÊ TERCÎH DIKIN’

Kûrt diyar kir ku bi qanûneke wiha re karkerên çandiniyê yên demsalî wê ji bo mafê tenduristiyê, stargeh, barkirin û rêxistinbûnê bibin xwedî derfet û bingehekê, lê belê desthilatdariyeke siyasî heta niha xwe nedaye ber vê yekê. Kûrt got, “Ji ber ku sermayeyek heye ku bi rengekî cidî ji vê qadê sûdê werdigire, jê dixwe. Bi taybetî ev desthilatdarî naxwaze sermayeyê bixeyidîne. Kedxwariyê tercîh dikin. Dema ku bingeheke bi vî rengî ya qanûnê bê avakirin hingî karker wê karibin sendîkayî bibin, karibin komeleyan ava bikin û bibin civateke rêxistinbûyî.”

‘BINGEHEKE QANÛNÎ YA RÊXISTINBÛYÎ NAXWAZIN’

Kûrt anî ziman ku li gorî daneyên TUÎK’ê 4.5 milyon karkerên demsalî hene û tevî malbatên xwe ev hejmar digihêje 20 milyon kesî. Kûrt destnîşan kir ku desthilatdarî naxwaze civak rêxistinbûyî be û li ser bingeheke qanûnî daxwaza maf û hiqûqa xwe bikin. Kûrt got, “Berê jî komele ava kirin, me dîtin bê çawa êriş li dijî van komeleyan dibin. Ji bo bersivê bidin pêwîstiyên sermayeyê çavê mirovan ditirsînin.”

‘NE QEZAYA KAR E, KUŞTIN E’

Kûrt bal kişand ser kuştina di dema kar de û got, “Timî nûçeyên welê tên weşandin ku tê gotin, qemyonek wergeriya, 10 karkerên çandiniyê mirin. Ev qezayên di dema kar de nîne, ev kuştin e. 27 karkerên çandiniyê mirin. Weke civak me ev yek kiriye tiştekî ji rêzê, mîna ku titşekî xwezayî ye lê dinerin. Di 7 mehên destpêkê yên sala 2020’an de 1.098 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên meha Hezîranê 154 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 7 ji wan zarok bûn. Rojane derdora 7 karker ji malên xwe derdikevin, lê wan radikin morgê. di rêza destpêkê ya bûyerên kuştina mirovan de karkerên çandiniyê hene. Em qala jiyana mirovan dikin.”

Hamît Kûrt destnîşan kir ku eger bê xwestin, ev pirsgirêk hemû dikarin di nava rojekê de bên çareserkirin û got, “Her kesê ku xwe weke mirov dibîne divê li ber vê yekê rabe. Em ê dest ji têkoşînê bernedin, em ê weke sendîka vê pirsgirêkê bînin ziman û têkoşîna xwe ya ji bo sererastkirina li ser bingeha qanûnî bidomînin.”