Serokê DYE’yê Donald Trûmp xwest, rojnamevaneke Fox Newsê bê qewirandin, ku Fox News bi giranî ji aliyê muxafazakaran ve tê şopandin.
Trûmp li ser Twîtterê peyamek weşand û got, “Jennîfer Grîffîn ji ber hevpeyvînên xwe yên bi vî rengî divê bê qewirandin. Ji bo nêrîna me werbigire jî li me negeriya. Fox News êdî ne ew tiştê ku ew bû.”
Grîffîn li Washîngtonê di nava rojnamevan û siyasetmedaran de weke yeka rêzdar tê naskirin. Rojnameya The Atlantîcê di nûçeyeke xwe de nivîsand ku Trûmp ji bo leşkerên Emerîkî yên di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de mirin gotiye, ‘aqilsivik’ û ‘bêkêr’. Grîffîn jî hewl dida vê nûçeyê piştrast bike.
Di nûçeyê de ku roja Pêncşemê hate weşandin, hate ragihandin ku Serokê DYE’yê Trûmp di Mijdara 2018’an de dema ku serdana Fransayê kir, ji bo 1.541 leşkerên Emerîkî yên di şerê daristana Belleaû de mirin got ‘aqilsivik’ û ji bo goristana leşkeran jî got ‘bi bêkêran tijî ye’.
Rojnamevana Foxê her wiha ragihand ku payebilindekî berê yê rêveberiya Trûmp diyar kirin, ku Serokê DYE’yê Trûmp ji bo şerê Vîetnamê gotiye, “Şerekî ehmaqî bû. Kî çû wî şerî ew aqilsivik e.”
Li gorî rojnameyê du payebilindên berê ragihandin ku Trûmp nexwestiye biçe goristana nêzî Parîsê û tevlî bîranînê bibe.
Vê îdîayê li DYE’yê gelekî deng veda. Trûmp û hevsera wî Melanî Trûmp û gelek rayedarên heyî û yên berê rastiay van gotinan înkar kirin.
Jennîfer Grîffîn roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir, “Dikarim bêjim ku çavkaniyên min bêqisûr in. Ji bo min ne anonîm e û bi dîtina min Serok jî wan nas dike.”