Li Çewlikê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di qezayê de 11 karker birîndar bûn.
Mînîbusa bi plaqeya 72 AAC 137 ku karkerên çandiniyê yên li herêma Derya Reş dixebitîn tê de bûn, li qada Sogûkçeşme ya li kîlometreya 36’an a li ser rêya bejahî ya Çewlik-Erzîromê qeza kir. Di qezayê de 11 karker birîndar bûn.
Birîndar bi rêya ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê.