Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 16 ÎLONê 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hêzên Gerîlla li Geverê çalakî lidarxistin, di encamê de yek ji wan payebilind 7 dagirker hatin cezakirin, li Şemzînanê jî 3 çeper hatin rûxandin.
&- Parlamenterê Partiya Çep ya Swêdê û Berdevkê Polîtîkaya Derve Håkan Svennelig diyar kir, ewê derixstina PKKê ji lîsteya terorê bikin rojeva Yekîtiya Ewropa.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, bi berxwedana zindana Amedê çawa xeta faşîzmê hat têkbirin, wê ev pêngava nû jî faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe.
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, got; “Pêngava tevgera me di demeke awarte de dest pê kir, armanc azadiya rêber Apo ye. Di vê qonaxa awarte de divê gelê me jî bi ruhekî awarte bijî.”
&- Li Ewropa û Başûrê Kurdistanê starta “pêngava tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bidawî bikin, dem dema azadiyê ye, hate dayîn.