Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17 ÎLONê 2020 PÊNCŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 11:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..

&- Koma Civakên Kurdistan KCKê got, bi geşkirina pêngavê mirov dikare dawî li lîncan bîne.

&- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG, destnîşan kir ku Gerîla û hêzên xweparastinê wê bi xurtî tevlî pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê bibin û bi erka pêşengiyê rabin.

&- Tevgera Jinên Azad, bi slogana “”Emê xwe biparêzin!”, li Amedê dest bi kampanyeke nû kirin.

&- Şandeyeke ji Ingilîstanê ji bo serdanake fermî derbasî Rojava bû.

&- Li navçeya Payizaxa, leşkerên Tirk gule berdan şivan Orhan Hanay ê ku li pezê xwe digeriya û ew birîndar kirin.