Li Kolombiyayê komeke ji gelê xwecih peykerê Sebastian de Belalcazar ê Spanyol ê kefişkar-fetihkar hilweşand. Her wiha bal kişandin ser tundiya dagirkeran a li ser gelê xwecih jî.

Piştî hilweşandina peyker gelek vîdeo hatin weşandin, di vîdeoyan de gel hilweşandina peyker pîroz dike.

Ji çalakgeran û endama gelê Mîsak Dîana Jembuel got, ”Bi hêza gel ji hêla sembolîk ve jî be em li dijî tinekirina gelan rawestiyan.”

Jembuel got hilweşîna gel bi banga gelên Mîsak, Nasa û Pîjao pêk hatiye.