Ber bi nîvê Tîrmehê ve ji ber şiliya zêde çemê Nîlê ser ve çû û bobeleta ji ber vê roj bi roj diyar dibe. Li gorî daxuyaniya Buroya Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) çemê Nîlê van rojên dawî kêmtir kribe jî, hê jî bandorê li ser gelek herêman dike.
Li gorî daxuyaniyê de li tevahiya Sûadnê bi kêmanî 166 hezar xanî hilweşiyan an jî ziyan hate ser wan. Bi giştî jî ziyan giha ser 830 hezar mirovî. Diyar bû ku piraniya van kesan li eyaletên Khartoum, Darfour a Bakur, Darfour a Rojava, Nîla Şîn û Sennarê dijîn.
Li gorî Saziya Parastina Sivîl ji ber şapeyê heta niha 124 kes mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.