Di operasyonên qirkirina siyasî de, hevşaredar, parlamenterên berê û rêveberên HDP’yî jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, bi hinceta çalakiyên Kobanê yên navbera 5-8’ê Cotmeha 2014’an, li 7 bajaran biryara destgîrkirina 82 kesî da. Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, endamê HDP’ê yê RTUK’ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur, endamê berê yê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Can Memîş, parlamenterê berê yê HDP’ê yê Enqereyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî di nav de gelek kes di encama serdegirtina mala wan de hatin destgîrkirin.
Lêpirsîn ji aliyê Serdozgerê Komarê yên Enqereyê Yuksel Kocaman ve tê meşandin ku Kocaman beriya çend rojan çûbû Qesra Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan. Hate ragihandin ku lêpirsîn beriya salekê dest pê kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de destpêkê îfadeya hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hate girtin. Demîrtaş ku ji dosya hatiye girtin biryara berdana wî hate dayin, heman rojê di çarçoveya ‘lêpirsîna Kobanê’ de îfadeya wî hate girtin û têkildarî wî ji nû ve biryara girtinê hatibû dayin.