Koma mûzîkê ya Stêra Zêrîn stranek avête ser Cenga Heftanînê. Di stranê de ku gotinên wê yên Arîn Cûdî ne, tê gotin, “Îroj ceng e cenga giran, tep repa lingê rewan e, tê ji qontarên çiya, xumîn ket erd û ezman, dil feda ye ji bo te Heftenînê.”
Koma muzîkê ya Stêra Zêrîn li rojavayê Kurdistanê berhema xwe ya nû ya bi navê ‘Heftanîn, Mizgîniya Min’ bi guhdar û dîdarên xwe re parve kir. Koma muzîkê ku ji hunermendên jin pêk tê, diyar kir ew bi vê strana xwe berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li Heftanînê silav dikin.
Gotinên stranê yên Arîn Cûdî ne û muzîka wê jî Nûrşîn Salih çêkiriye. Klîb a berhemê jî, li gel dîmenên performansa muzîsiyenan, ji dîmenên gerîlayên HPG û YJA-Starê ku heta niha jî li Heftanînê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin, hatiye pevxistin.https://www.youtube.com/embed/AbzDN4BUIRY?rel=0
Gotinên stranê jî wiha ne:
Îroj ceng e cenga giran
Tep repa lingê rewan e
Tê ji qontarên çiya
Xumîn ket erd û ezman
Dil feda ye ji bo te Heftenînê
Can xelat e ji bo te Heftenînê
Wa ye şîrhelalên te
Tol radikin ji bo te
Ban dike gulî mora min
Law û lewendên min
Dawet e li ser sînga min
Heftenîn mizgîniya min
Xemlek ji çek û rextan
Girêdan keç û xortan
Ne bi şûr û mertalan
Beden bûn çeper li çiyan