Di çarçoveya lêpirsîna “Tevgera Bênavan” de 24 kes hatin destgîrkirin. Polîsên Tirk avêtin ser mala rojnamevan Zeynep Kûray jî.

Li Stenbolê operasyona qirkirina siyasî berfirh dibe.

Di çarçoveya lêpirsîna bi navê “Tevgera Bênavan” de polîsên Tirk avêtin ser gelek malan ku malên rojnamevan û nivîskaran jî di nav de bûn.

Di serdegirtinan de parêzer Tamer Dogan û birayê Taylan Kûlaçoglû Ozen Kûlaçoglû jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, avêtin ser mala rojnamevan Zeynep Kûray jî, lê Kûray ne li malê bû.

Hate ragihandin ku 24 kes hatine destgîrkirin.