Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25 ÎLON 2020 ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku pêngava KCKê gelekî giringe û divê gelê me bi ruhê Cenga Heftanînê tevlî pêngavê bibe.”
&- Înîsiyatîfa “Ji Ocalan re Azadî” bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku di 10ê Cotmehê de tevlî çalekiyên ji bo azadiya Ocalan bibin.
&- Polîsên dewleta Tirk, doh piştî nîvê şevê, di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî di nav de 82 kes destgîrkirin.
&- KJAR’ê li dijî kiryarên faşîst, dagirker û destavêtinê yên dewleta zilam, dest bi pêngava ‘Li dijî dardekirin û qirkirina jinê dema parastina jiyana azad e’ kir.