Li kana komirê ya Songzaoyê ku li bajarokê Çongqîng ê bi 1800 kîlometreyî dûrî paytext Pekînê ye, gaz belav bû.

Li gorî qenala televîzyonê ya cemaweriyê 16 madenkaran jiyana xwe ji dest dan, yek hate rizgarkirin, lê rewşa wî krîtîk e.

Ajansa Nûçeyan a Çînê ya Nû ragihand ku banda komirê ya li kanê sibeha Yekşemê şewitî û di asteke metirsîdar de karbonmonoksît li derdorê belav bû.

Li Çînê ku li ser asta cîhanê ji aliyê hilberîna komirê ve di rêza destpêkê de ye, bi giranî ji ber nebûna tedbîrên ewlekariyê qezayên bi vî rengî yên giran rû didin.

Di Mijdara 2019’an de herî kêm 15 madenkar ji ber teqîna grîzû ya li wîlayeta Shanxiyê jiyana xwe ji dest dabûn.