Şîrketa bi navê Rîo Tînto meha Gulanê şikefteke bi deh hezaran salî ya Aborjînan bi dînamîtê teqandibû û bi vî rengî ketibû rojevê. Hilweşandina şikefta 46 hezar salî Jûûkan Gorge ya li herêma PÎlbara ya li eyaleta Awûstralya Rojava, hem li Awûstralyayê hem jî li tevahiya cîhanê bûbû sedema nerazîbûneke mezin.

DIXWAZIN 124 QADÊN DÎROKÎ Û ÇANDÎ TUNE BIKIN

Piştî vê talana dîrokî Parlamenta Awûstralyayê biryar da ku lêpirsîn bike. Lê eşkere bû ku şîrket xwedî projeyekê ye ku zêdeyî sed qadên çandî yên Aborjînan tune bike. Lêpirsîn hîn dewam dike, lê li pêşiya şîrketê ti astengî nîne ku karê xwe yê lêgerîn û derxistina cewherê hezin bidomîne.

Li gorî agahiyên di lêpirsîna navborî de eşkere bûn, li herêma ku Rîo Tînto lê dixebite, hejmara berhemên çandî û dîrokî yên Aborjînan ên bên tunekirin herî kêm 124 berhem in.

Li gorî nûçeyeke ku çend roj berê li rojnameya The Gûardîanê hate weşandin, komeleyeke parastina çanda Aborjînan a bi navê Yînhawangka Aborîgînal Corporatîon (YAC) hewl dide vê talanê rawestîne. Li gorî rayedarên YAC’ê şîrketa Rîo Tînto di halê hazir de ji bo 26 ji 124 berhemên dîrokî bên hilweşandin, destûra fermî wergirtiye.

Aborjîn ku li Awûstralyayê xwedî çandeke ji 50 hezar salî ye, di sedsala 18’an de piştî ku parzemîn hate kifşkirin, komkujiyên mezin û qirkirina çandî li wan hate ferzkirin. Aborjîn ku bi giştî ji zêdeyêı 400 civatên cuda pêk tên, sala 2016’an bi nifûsa xwe ya ji 750 hezar kesî para wan a li nifûsa welêt daketibû 3 ji sedî.