Umît Acar ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya du salan bedena xwe da ber agir, li bajarê Lavrîoyê hate bîranîn.
Umît Acar ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Îlona 2018’an de li bajarê Îngolstadt ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir, li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê hate bîranîn. Bîranîn li kampa Lavrîoyê pêk hat û tevî malbata Acar endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi dehan Kurdistanî tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Serhat Karayazi axivî û diyar kir ku Acar êrişên li dijî gelê Kurd û tecrîd qebûl nekir.
Piştre bavê Acar Hayrettîn Acar axivî û got, “Ji bo zarokên me bi serbilindî bimeşin divê em îro li ber xwe bidin.”
Civîna bîranînê bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.





