Li hemberî operasyona qirker a li dijî HDP’ê nûnerên gelek welatan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û banga hevgirtinê kirin.
Asambleya Neteweyî ya Katalonyayê ya ku ji bo azadiya Katalonyayê têdikoşeû bi deh hezaran endamên wê hene, diyar kir ku operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê nayê qebûlkirin.
Li ser hesabê twîtterê yê Assemblea Internationalê daxuyanî hate dayin û hate gotin, “Em vê zilma siyasî ya li ser Kurdistanê mehkûm dikin.”
Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê jî bi navê ‘Sedema girtinê: Hevgirtina bi Kobanê’ daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 82 rêveberên HDP’ê hatine girtin û derbarê gelek kesan jî biryara girtinê heye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sedema girtinan berxwedana Kobanê ya li dijî faşîzma DAÎŞ’ê ye û dewleta Tirk piştgirî dida çeteyan.
Koordînasyona Enternasyonal a Partî û Rêxistinên Şoreşger (ICOR) jî diyar kir ku ew jî piştgiriyê didin banga hevgirtinê ya Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê. ICOR’ê diyar kir ku ew dixwaze endamên HDP’ê yên hatine girtin, serbest werin berdan.
Yek ji tevgera şoreşger a Erjantînê Senda Gûevarîsta-Mayo 2019 jî diyar kir ku kampanyaya qirkirinê ya dewleta Tirk bi bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û kapîtalîzma navneteweyî didome. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ew ê li hemberî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê ya ji bo HDP’ê hate kirin.