Felicien Kabuga ku meha Gulanê li nêxî paytexta Fransa Parîsê hate girtin, yek ji damezrînerên koma milîs a ji gelê Hûtû Înterahamwe ye ku di qirkirina 1994’an de rola xwe hebû. Kabuga di heman demê de weke ‘fînansorê’ qirkirinê dihate sûcdarkirin.

Ji bo Kabuga li Dadgeha Navneteweyî ya Rûandayê bê darizandin ku Neteweyên Yekbûyî li Tanzanyayê da destpêkirin, serlêdana radestkirina Kabuga hate kirin. Dadgeha Bilind a Fransayê jî biryar da ku ji bo radestkirian Kabuga ti astengî nîne. Dadgehê biryara radestkirina Kabuga pejirand ku meha Hezîranê ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Parîsê ve hate dayin. Dadgeha Bilind ragihand ku ji bo Kabuga ber bi paytexta Tanzanya Arûshayê bê şandin, ti astengiya hiqûqî yan jî tibî nîne.

Êrişên qirkirinê yên sala 1994’an ku nêzî 800 hezar Tûtsî lê hatin kuştin, piştî ku Artêşa Welatparêzên Rûandayê ya bi lîderiya Serokdewletê heyî Paûl Kagame hikumeta Hûtû hilweşand, hatibû rawestandin.