Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûna li pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku di 27’ê Îlona 2020’an de bi beşdariya endamên xwe hemûyan civîna xwe ya asayî li dar xist, bi daxuyaniyekê encamname eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di civînê de bi şêweyekî berfirehî rewşa siyasî ya li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê şîrove kir û nirxand, her wiha ji bo amadekariya civata giştî ya vê salê bername hate amadekirin.

‘LI HERÊMÊ KURD AKTORÊ SEREKE YÊ GUHERÎNÊ YE’

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Mijara sereke ya civînê, taybet bû bi stratejiya dewletên dagirker yên Kurdistanê, li pêş hemûyan jî ew siyaseta dewleta Tirk a li herêmê dimeşîne, ya ku weke maşîneyek sazkar li her derê êrişî destketiyên Kurd û Kurdistaniyan dike. Di vê çarçoveyî da konseya rêvebir işaret yekrêziya navxweyî ya Kurdan kir û da zanîn ku rewşa li Rojhilata Navîn bi helwest, pêgeh û berxwedana Kurdistaniyan ve girêdayî ye. 

Her kes di wê baweriyê de ye ku li Rojhilata Navîn guherîn bi rêve ne. Dewletên serdest ên Cîhanê û yên herêmê jî her yekê li gor berjewendî, rol û bandoriya xwe pêşewaziyê lê dikin. Kurdistan jî ji hêla cografî, siyasî, aborî û leşkerî ve, di bazinê van guherînan de ye. Li herêmê, Kurd aktoreke sereke yê guherînê ye. Ji bo vê yekê li herêmê, her bijarte û alternatîveka çareseriyê û seqamgîriyê, bêyî beşdariya Kurdan ser nagir e. 

GIRÎNGIYA PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’

Dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye” ji vê qûnaxê re pir watedare, heke Kurd bi hişyarî, hestiyarî û berpirsiyariyek neteweyî û niştîmanî serederiyê li gel bikin.

Ji ber qeyran û krîzên navxweyî û derekî, rewşa dewletên dagirker ên Kurdistanê xerab e. Dewleta Tirk ku neyara herî dijwar û xedar a Kurd û Kudistanê ye, di meydana navneteweyî da bûye aktorê têkdan, şer û nearamiyê. Ne tenê li Rojhilata Navîn, belkû li Asiya û Afrîka, Deriyaya Spî û li beşekî Ewropa jî. Dewleta Turkiyeyê weke desthilatek tirsonek, bê wijdan û bê bawerî tê hesab kirin. Li ser asta navxweyî jî, rejîma Tirk bi ser rewşa siyasî û aboriya dijwar de, êrişî xelkê Kurdistanê dike, nûnerên xelkê, siyasetmedar û şoreşgerên Kurd û Kurdistanê desteser dike.

Ji hêlek din êrişên leşkerî yên ku dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê dayine meşandin û ti encam jê derneketin, hîn zedetir qeyran li wî welatî kûrtir û asêtir kirine. Pêgeha rejîma Tirk jî lawaz kiriye.

Ji ber vê yekê, hebûn û tinebûna sêkuçika desthilatdariya Erdogan, Bahçelî û Ergenekon ê bi hebûn û tinebûna bizava rizgarîxwaza Kurd û Kurdistanê ve girêda ye. Berxwedana li bakûrê welat û beşên din ji rejîma Tirk re bûye astengek mezin. Serbarê hindê ku rejîm bi teknelojiyayek modern û bi artêşeke mezin li dijî Kurdan şerekî giran û xwînelo dide meşandin, lê ew di rewşek xerab, aloz û tengav de ye. Pilanên wan negihane mebestê û di şer de doriyan. Vê şikestinê derfetek mezin li pêşiya Kurd û Kurdistaniyan vekiriye û bona vê ye Em dibêjin ‘dem dema azadiyê ye’. Helbet bona ev pêngav serbikeve, pêwîste yekrêzî û hevdengiyek neteweyî jî hebe, wî caxî ev hewe bi tifaq û tebayiya neteweyî wê encamên baş bidest bixe.

REWŞA LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Civîna konseya revebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, rewşa li Rojhilatê Kurdistanê jî nirxand. Ji hêlekê êrişên dewleta Îranê li ser gelê Kurd zêdbûne û ji hêla din ve jî rewşa xerab ya aborî, jîn û jiyara xelkê herêmê xistiye nava metirsiyek mezin. Xîzanî û nebûnî heta diçe metirsîdartir dibe. Rejîmê  bi pilan û bername aboriya Rojhilatê Kurdistanê tarûmar kiriye. Ji aliyê serbazî û hêz jî her tê dewlet ji tirsên pêşhate û guherînan Rojhilatê Kurdistanê kiriye serbazgeheke mezin. Îro xebat û têkoşan li dijî siyaseta rejîma Îranê, li ser asta siyasî û diplomasî meseleyek jiyanî ye ji gelê Kurd re. Di vê rewşa aloz û dijwar da yekrêzî û yek çeperî ya hêzên siyasî yên li rojhilat pêwîstiyek dîrokî ye.

‘DIVÊ DAWÎ LI PROPAGANDAYA LI DIJÎ HEV BÊ ANÎN’

Rewşa başûrê Kurdistanê jî bi giştî hat niraxandin. Hebûna qeyrana darayî û neçareserkirina pirsgirêkên Baxda û Hewlêrê, nebûna siyaseteke darayî ya zelal û aşkira ji hêla desthilatdariya hikûmeta başûrê Kurdistanê ve û lîstik û helwestên nezelal yên hikûmeta navendî li Bexda, pirsgirêk kûrtir û bi zehmettir kirine.

Mixabin nakokiyên di nava partiyên desthilatdar yên herêma Kurdistanê da, li Bexdayê rol û pêgeha Kurdan bi hikûmeta navendî re xav û lawaz kiriye. Bona başkirina jîn û jiyara gelê herêma başûrê Kurdistanê  û parastina destkeftiyên wê, pêwîste bi zûtirîn dem pêngavên cidî ji çareserkirina van nakokiyan re bên havêtin, her wiha rê li ber propaginde û gunehbarkirina dijhev bê girtin û jiyana gelê li herêmê bê xweştir kirin.

Pêwîste rêz li çalakiyên siyasî û girseyî (cemawerî) bê girtin û rê li ber çalakvanên saziyên sivîl û çalakiyên li dijî dagirkeriyê weke erk û mafekî neteweyî û rewa bên qebûl kirin û jiyana wan bê parastin. Bona xurtkirina pêgeha hikûmeta hêrêma Kurdistanê di warê mafê mirovan de, pêwîste çalakvanên siyasî yên di zîndanên herêmê da bi zûtrîn dem bên serbest kirin û rê ji ray derbirînê re bê vekirin.

REWŞA LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Rojavayê Kurdistanê serbarê hemû dagirkarî û astengiyan, ber bi pêş ve diçe. Diyalog û ji hev nêzbûna partî û aliyên nav rêvebriya xweser û hîn partî û aliyên derveyî rêveberiyê, ya ku di serî de bi destpêşxeriya KNK’ê dest pê kiri bû, berdewame. Lew em weke KNK hîvîxwazin ev hewl bigehin armancên xwe û da ku bêkve li dijî dagirkariya dewleta Tirk û avakirina rojavayê Kurdistanê pêngavên zêdetir bêne avêhtin. 

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI PÊNGAVA JI BO AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD

Di beşekî dî yê civînê da, KNK ê ji ber xebat û keda birêz Abdullah Öcalan ya neteweyî û rola wî ya serekî di damezirandina KNKê de, biryar girt ku tevlî kampaniya azadkirina wî bibe. Diyare çend sendîkayên Birîtanî û hind rêxistinên sivîl yên Cihanê dixwazin di vê qonaxê de, li jêr ‘dem dema azadiyê ye’, kempînekê li gelek welatên Cîhanê bidin meşandin. KNK bang li hemû Kurdistaniyan dike li her ciyekî ew lê bin piştevaniyê li vê pêngavê bikin û bi girseyî tevlî bin.

AMADEKARIYÊN JI BO CIVATA GIŞTÎ YA KNK’Ê

Beşeke din a rojeva civîna konseyê, li dor amadekariyên bestina bîstemîn civata giştî bû. Mixabin ev sale ji ber pandemiya Koronayê weke salên berê Civata Giştî bi rûberû nayê sazkirin. Hevdîtina fizîkî zehmete, lê civata me ya giştî ya ev sale wê li dawiya meha Oktober/ 2020’an bi rê ya Internetê bê sazkirin. Di civînê da gelek danûstandin li ser hat kirin plansazî, amadekarî û biryarên pêwîst li ser çawaniya li darxistina Civata Giştî ya KNK hatin girtin.”