Li Başur-Rojhilatê Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de 41 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 41 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Her wiha rewşa tenduristiyê ya 14 nexweşan jî baş bûye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Koronayê ketin, hezar û 711 ye, jê 67 mirin û 451 baş bûn.