Ji HDP’iyên di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 17 kes hatin girtin.

Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî yên HDP’ê û parlamenterên berê jî di nav de 20 kesên bi hinceta ‘Lêpirsîna Kobanê’ hatin destgîrkirin, piştî 9 rojan doh birin Edliyeya Enqereyê. Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyê bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kirin. Sirri Sureyya Onder, Gufer Akkaya û Altan Tan bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 17 HDP’î jî hatin girtin.

Beriya ku parêzer bikevin salona dadgehê, dadger biryar xwend. Parêzeran û parlamenterên li edliyeyê jî bi dirûşmên “Parastin wê neyê bêdengkirin”, “HDP bêdeng nebû, wê nebe” nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.