Li Qerebaxa Jorîn şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê de roja Înê giran bû. Şer bi şev jî dewam kir. Hate raighandin ku ji her du aliyan windahiyên giran hene.

Şêniyên paytexta Qerebaxa Jorîn (Komara Atsrahê) Stepanakertê, nîvê şevê ji ber bombardûmanê ketin stargehan.

Tê gotin ku di rewşa heyî de ti ji aliyan serwer nebûye. Li gorî daxuyaniyên fermî yên ji eniya Ermenan, ji roja Yekşemê ve 158 şervanên Ermen û 13 sivîlên Ermen jiyana xwe ji dest dane. Azerbaycan windahiyên xwe yên leşkerî eşkere nake û tenê îdîa kir ku 19 sivîlên Azerî mirine.

Ermenistan diyar dike ku di şer de 1.280 leşkerên Azerbaycanê hatine kuştin. Azerbaycan jî îdîa dike ku 1.900 leşkerên Ermen hatine kuştin. Roja Pêncşemê li bajarê Martûnî ya biçûk a li Qerebaxa Jorîn, di encama êrişa roketan de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 11 jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de 2 nûçegihanên rojnameya Le Monde û du rojnamevanên Ermen hebûn.

MACRON: 300 CÎHADÎST HATIN ŞANDIN

Sorkirina şer ji aliyê dewleta Tirk ve li qada navneteweyî bû sedema nerazîbûnan.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron roja Înê di dema civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê de di civîna çapemeniyê de ragihand ku li ber destê wan agahiyên misoger hene ku dewleta Tirk 300 ‘cîhadîst’ şandiye herêmê û diyar kir ku ev yek ‘xeta sor’ e.

Macron got, “Li gorî agahiyên me yên îstîxbaratî 300 şervan ji Dîlokê derbas bûn û ji bo biçin Bakuyê ji Sûriyeyê bi rê ketin. Tên naskirin, tên şopandin û tên tespîtkirin. Ji nava komên cîhadîst ên li herêma Helebê tên.”

‘XETA SOR HATE BINPÊKIRIN’

Serokkomarê Fransayê got, “Kêm zêde di heman mezinahiyê de kontenjanên din jî tên amadekirin (…) Xeteke sor hate binpêkirin. Ev nayê qebûlkirin.”

Macron got, “Ez ê gelekî eşkere biaxivim; li gorî feraseta me bombardûmana ku roja Yekşemê ji aliyê Azerbaycanê ve hate destpêkirin, bêhincet bû.”

MACRON WÊ JI ERDOGAN DAXWAZA DAXUYANIYÊ BIKE

Fransa di mijara Qerebaxa Jorîn de tevî DYE û Rûsyayê di nava koma Mînskê de ye. Macron got, “Rojên bê ez ê li Serokkomar Erdogan bigerim, ji ber ku bi navê hevserokê koma Mînskê berpirsyariya Fransayê ye ku daxwaza daxuyaniyê jê bikim.”

Macron bang li NATO’yê jî kir û got, “Bang li hevkarên NATO’yê hemûyan dikim ku bibînin bê nêzîkatiya endamên NATO’yê çi ye: ne bawerim ku pêwendiya xwe bi vê mijarê re hebe.”

PAŞÎNYAN: BI HEZARAN LEŞKERÊN BI BERDÊLA PEREYAN ŞER DIKIN VEGUHESTIN

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî ragihand ku Tirkiyeyê tevî maşînên leşkerî, çek û şêwirmendên leşkerî her wiha ‘bi hezaran terorîst û leşkerên bi berdêla pere şer dikin’ derbasî Azerbaycanê kiriye.