Serokkomarê Fransayê Macron di serî de têkoşîna dijî ‘Îslama siyasî’ û ‘îslama radîkal’, xetên sereke yên ‘pêşnûmeya dijî cihêkariyê’ aşkere kir.

Pêşnûme hê di qonaxa nivîsandinê ye û Kanûnê dibe biçe Lijneya Wezîran û piştre were Meclîsa Netewî. Pêşnûme xwe dispêre ser du strarejiyan: ”Parastin” û ”êrîşkariyê”. Bi vê pêşnûmeyê ji bo ku her kesî entegere bikin tê armanckirin ku Komarê bigihîni her deverê.

Macron got tişta ku divê ew berê xwe bidinê, ”Cihêkariya Îslamî’ ye, armanca vê îdeolojiyê ew e ku ”kontrolê bi temamî bi dest bixe”, azadiya derbirînê, azadiya baweriyê û heqerata li dîn red bike.”

Macron diyar kir ew naxwazin Îslamê bikin hedef, li gel vê jî Îslam li hemû cîhanê ‘krîzeke kûr’ dijî.

Macron li ser cihêkariyê got, ”Me jî cihêkariya xwe ava kir. Ev cihêkariya li taxên me ye. Gettobûn e (…) Me sefalet û dijwarî ava kir û em pir baş bi vê dizanin.”

Macron her wiha got hin travmeyên paşeroja mêtinger hê jî çareser nebûn û diyar kir welatiyên ji Mexrib û Efrîkaya Bakur bi gotinên li ser paşeroja mêtinger divê dîsa li nasnameya xwe bifirkirin.

Macron bi berdewamî diyar kir komeleyên ku guman ji wan tê birîn Îslamiya radîkal dikin di hedefê de ne, Macron got, ”Komel divê şikestinan bi xwe re nayînin, girêdayî neteweyê bin û ji vê rêgezê em ê bi paş ve gav neavêjin.”

Macron got hemû komeleyên ku alîkariya dewletê dixwazin divê peymana ku qewl datînin ku ji nirxên Komarê re hurmetdar bin îmze bikin û got, ”Heke peyman xira bibe, berpirs divê alîkariyê vegerînin, ji ber ku pereya cameweriyê divê cihêkariyê fînanse neke.”

Macron her wiha gotin divê saziyên perwerdehiyê jî ne dîn lê nirxên Komarê biparêzin û diyar kir, ”dibistanên derî peymanê jî wê zêdetir werin kontrolkirin.”

Macron bi berdewamî got, ”Lingê çaran ê stratejiya ku em dixwazin ava bikin ew e ku em Îslama Fransî ava bikin ku Îslama roniyê ye.”

Macron herî dawî diyar kir ku ji bo bandora welatên biyan kêm bikin ew ê Melayan perwerde bikin û got, ”Em ê welatê xwe perwerde bikin.”