Piştî ku Rêberê GelêKurd di 15’ê Sibata 1999’an de hate revandin, berteka herî tund ji Rojhilatê Kurdistanê hat. Rojhilat piştî bêdengiyeke dirêj dadiket qadan.
Nûçeya dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd li hemû Kurdistanê hêrseke mezin ava kir. Berxwedana ku wê wekî ‘Serhildana 15’ê Sibatê’ têkeve dîroka Kurdan a nez, yek ji pêşengê wê jî Rojhilatê Kurdistanê bû. Piştî 15’ê Sibata 1999’an li hemû bajarên Kurdistanê gelê Kurd serî hilda. Bi rojan li Îlam, Kirmanşan, Sinê, Urmiye û bi taybetî li Makû, Mehabad û Merîvanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gorî Hevseroka Komelgeya Demokrtîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm ji ber ku berê jî gelek pêşengên wê hatibûn dîlgirtin û kuştin, gelê Rojhilat li hemberî hêzên komploger serî hilda û dest bi berxwedanê kir.
Hevseroka Komelgeya Demokrtîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm pirsên derbarê rabirdûya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, serhildanên 15’ê Sibatê û xwedîderketina gel bersivand.
Gelê Rojhilat beriya 15’ê Sibata 1999’an bi çavekî çawa li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinihêrî?
Şerê desthilatdariyê yê di navbera Safavî û Osmaniyan li ser axa Kurdistanê pêk hat, rê li ber texrîbatên mezin vekir, her du aliyan jî Kurd wekî leşkeran birin qadan û mixabin yên ku li her du eniyan şer kirin û mirin dîsa Kurda bûn. Bi Peyaman Qesr-î Şîrînê şerê di navbera her du hêzan de sekinî lê dîsa jî xisar gihişt Kurd û Kurdistanê. Axa Rojhilatê Kurdistanê bû ya desthilatdariya Safavîyan. Ya rast tişta li vir hatiye kirin, siyaseteke parçekirin û parvekirinê ya bi qestî ye. Her du aliyan wê li hemberî hev Kurd bidan bikaranîn, jixwe geşedanên piştre jî wisa diyar dike. Rojhilatê Kurdistanê piştî 1639’an ji gewdeyê bingehîn hate veqetandin. Ji bo ku vê rewşê berevajî bike û yekîtiya Kurdistanê pêk bîne, hema bibêje nehate hişê tu Kurdan û di vî warî de xebateke bi bername û pergalî nehate kirin.
Cara pêşîn ji aliyê Rêber Apo ve hate diyarkirin fikr û pratîka ku Kurdistan ne çar parçe ye, hêzên mêtinger û emperyal kirine çar parçe, divê ev parçebûn ji holê rakirin hate kirin. Rêber Apo bingeha îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ya vî tiştî danî holê. Bi vî awayî ne bi tenê li dijî hesabên qirêj ên Lozanê, li dijî Qesr-î Şîrînê jî mudaxeleyek hate kirin û boçûna Kurdistan yek e hate nîşandan. Ji bo gelê me jî hewldaneke gelekî girîng û dereng maye jî hate destpêkirin.
Rêber Apo sînorên heyî tune hesiband, rastiya ku gelek nayê parçekirin û yek e, bêguman di dîrok û têkoşîna Kurdistanê de qonaxeke nû ye, di warê şoreşî de jî destpêkek e. Li hemberî hewldanên veqetîna têkiliyên neteweyê ya bi mekan û zeman, mudaxele hatiye kirin. Afirandina bîra neteweyî ya Kurdan, rizgarkirina hebûna wê û ya herî girîng jî destpêkirina azadiya wê, li Kurdistanê bûye geşedaneke girîng. Vê dîroka destpêk û têkoşînê tê wateya dîroka gel xwe ava dike, diafirîne û çanda xwe pêk tîne.
Di dîrokê de li Rojhilatê Kurdistanê hestên welatparêziyê her dem zêde bûye, lê ev bi tenê di hestan de maye, têra bîr û rêxistinkirina avadaniyê pêk nehatiye. Dema PKK’ê li Kurdistanê têkoşîna şoreşgerî da destpêkirin, bêguman vî tiştî bandora xwe li Rojhilatê Kurdistanê jî kiriye, sempatiya gel ji neteweyîbûna Rêber Apo re çêbûye, qîmet daye destkeftiyên derketine holê û xwedî lê hatiye derketin.
Dema ku Abdullah Ocalan hate dîlgirtin û revandin li bajarên Rojhilat çi bû?
Dema ku Rêbertî ji Sûriyeyê derket û dest bi serboriya li rojavayê dinyayê kir, Kurdan jî bi baldarî û fikar li rewşê nihêrîn. Çûna Ewropayê wekî îxtîmala ji bo ku doza Kurdan li qada siyasî ya dinyayê were dîtin, ji bo ku doza Kurdan bi rêyên aştiyane were çareserkirin û wekî destpêkirina pêvajoyeke nû hate fêmkirin. Boçûna dewletan, polîtîkayên reşkirin û terorîzekirinê yên Tirkiye û hêzên emperyal jî dibû sedema fikaran. Pêkanîn û îlankirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Kurdistanê û li her dera ku Kurd lê hene dibû sedema bertek û hêrsê.
Hêzên rojavayî dîsa îxanet li Kurdan kiribûn, berjewendîperest û pragmatîst tevgeriyabûn. Berteka Kurdan a li hemberî vî tiştî gelekî tund û di cih de bû. Li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û navçeyen wê gelê Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan dest bi serhildanê kirin. li Îlam, Kirmanşan, Sinê, Urmiye bi taybetî li Maku, Mehabad û Merîvanê bi rojan xwepêşandanên girseyî hate kirin. Tebrîz û Tehran jî di serî de li hin bajarên Îranê xwepêşandan pêl bi pêl zêde bû. Gel bi rojan li qadan ma û ya herî girîng ligel ku Îranê şîddet kir jî gel berxwedana xwe domand. Ev tişt li Rojhilat û Îranê bûbû tiştekî yekem. Cara pêşîn Kurd daketibûn qadan, bêyî tirs û fikar xwedî li Rêbertiya xwe derket.
Beşeke girîng û zêde ya çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li Rojhilat û Îranê pêk hat. Wê demê çend kesan bedena xwe da ber agir?
Rojhilat bi salan di nav zext, teror û qedexekirinan ma û xwestin wê têkeve nav jiyaneke tarî, bêhêvî û dahatûyeke bêhêvî. Rêberî hêvî, baweriya serfiraziyê û hesta serkeftinê da hemû Kurdistanê, bi vê re jî Rojhilat jî xwe dîsa gihand roj û ronahiyê. Ji ber vê jî çalakiyên ‘Hûn nikarin roja ma tarî bikin’ li Rojhilat ji aliyê gelek welatparêz, ciwan û jinan wekî destpêkirineke bersiva heyamê bide, hatiye nirxandin.
Li bajarê Urmiyeyê zaroka 12 salî ya bi navê Zehra bedena xwe kir guloka agir û li hemberî êrîşên faşîst ên Îranê jî berxwedaneke xurt hatiye dayin. Ji ber vê jî gelek kes şehîd bûn. Herî zêde li Sinê şehadet çêbû, wekî ku tê zanîn herî kêm 30 kes şehîd bûn. Li Makuyê jî şerekî giran çêbû, gel şehîd da.
Berteka li hemberî komployê bi tenê sala 1999’an bi sînor nema, Rojhilat her sal di salvegera komployê de girêdayîna xwe ya bi Rêbertî bi metod û çalakiyên cihê pêşkêş dike. Mînaka vî tiştî ya herî girîng jî di Serhildana Makuyê ya di 15’ê Sibata 2006’an de pêk hat. Gel bi rojan li qadan serî hilda, di van şeran de gel şehîd bû. Îroj girêdayina gelê Rojhilat a bi Rêbertî ne bi tenê di warê hestiyarî de ye, ev girêdan, hezkirin û yekbûn bi fêmkirina îdeolojî, proje û manîfestona Rêbertî û pratîzekirina wê pêk hatiye.
Çima bi taybetî jin û mêrên ciwan ên Rojhilat, ji bo xwedîlêderketina Ocalan dest bi berxwedanê kirin?
Ligel ku civaka Kurd di bin zextan de ye, herî zêde li ser ciwanan giraniya vî tiştî heye. Rejîma Îranê jî wekî pergalên din ên faşîst, desthilatparêza û mêtinger dixwaze zexta li ser jin û ciwanan çêbike , pêşiya civakê bigirin û azadiya wan asteng bike.Têkoşîna azadiyê ya Rêbertî jî ji bo jin û ciwanan wekî peyama jidayikbûn û rizgariyê ye. Ji ber vê jî girêdana jin û ciwanan a ji bo Rêbertî xwe digihîne bingehên zexm.
Çawa ku helwesta Rêbertî berê bandor li ser jin, ciwan, ronakbîr û kedkaran kiriye û ev helwest ketiye nav civakê, ciwanên ku li Rojhilate Kurdistanê pêşengiya ji gel re wekî peywir û berpirsyariyeke dîrokî dibînin jî, jin û xwendekaran beriya komployê jî li dora fikra Rêbertî kom bûbûn.
Tê zanîn ku li zanîngehên Tebrîz, Sinê û Urmiyeyê ciwanên xwendekar komîte ava kirine û piçekî be jî xwerêxistin kirine. Van ciwanan di dema komployê de pêşengtî ji serhildanan re kir û gelek ji wan pişrre tevlî nav refên azadiyê bûn. Akîf Mamo Zagros, Zagros Bêrîtan, Zîlan Pepûle, Hemin Bêkes, Ferhad Pepûle, Manî Muhabad, Sîrwan Sine, Xoşmer Kotol, Tewar Muhabad û gelek ciwanên ji Rojhilat bi hêrsa komployê pûç bikin û pêre jî têkoşîna azadiyê bi hêza Rêbertî tacîdar bikin, bi biryardarî tevlî têkoşînê bûn û şehîd bûn. Li dora Rêbertî bûn stêrkên ku wê tu carî neyên tefandin.
Tevgera Azadiyê ya Kurdan beriya 15’ê Sibatê li Rojhilat rêxistinkirineke çawa kiribû, rola Rêberê Gelê Kurd di vî tiştî de çi bû?
Tevgera Azadiyê li ser perspektîfa hemû Kurdistanê û têkoşîna di nav civakê de bi cih bike, komên ji Rojhilata Navîn hatibûn welat, li hemû parçeyên Kurdistanê dest bi xebatên xwe kiribûn. Rêheval Mehmet Karasûngûr û Egîd di serê salên 1980’î de hatin Rojhilat, ji ser Rojhilat derbasî Başûr bûne, li ser vê xetê dest bi rêxistinkirina gel kirine û li herêma Kurmancan di nav gelek malbat û kesan de rêxistin da naskirin. Gelek kes tevlî nav xebatan bûn.
Bi şerê giran ê di salên 1990’î de, ligel ku şer li Bakur û Başûr pêk dihat, bandora xwe li ser Rojhilat jî kir. Gelê me piştgiriyeke mezin a maddî û manewî kir. Piştî van salan hin ciwan tevlî nav refên azadiyê bûn. Jinan dema xeta azadiyê nas kirin bi heyecan û baldariyeke mezin tevlî nav refan bûn. Gelek van rêhevalan bêyî hesap tevlî nav têkoşîna neteweyî bûn û şehîd bûn. Hin ronakbîr, hunermend û siyasetmedarên ji Rojhilat jî çûbûn serdana Rêbertî û ev jî diyar dike ku felsefeya Rêbertî li Rojhilat bandoreke mezin ava kiriye. Hin kadroyên ji Rojhilat jî çûne qada Rêbertî û Rêbertî ew perwerde kirine. Kadroyên birîndar ên li Rojhilat tedawî dibûn jî ligel ku Îranê zext dikir jî têkilî bi gel re datanîn û gel perwerde dikirin.
Piştî sala 1995’an komek hevalên jin ên ku Rêbertî ew amade kiribûn, perspektîf pêşkêşî wan kiribû li ser xeta Kirmanşan, Sinê, Urmiye, Maku û Mehabadê dest bi xebatên rêxistinkirinê kirin. Pirtûk û analizên Rêbertî li Kurdî û Farisî hatin wergerandin û di nav ronakbîr û xwendekaran de jî bîrek ava bû. Li van zanîngehên ku min qal kir, komîteyên xwendekaran çêbû.
Dema gel di 15’ê Sibatê de xwedî li Rêbertî derket, ev asteke çawa ya bîrê bû, ji dubarebûna dîrokê dihate tirsîn?
Wekî encama van tiştên min li jor got, gelê Rojhilat Rêbertî û têkoşîna wî nas dikir, ev têkoşîn bûbû zemîna moral, bawerî û zindîbûnê. Ji ber vê jî serhildanên mezin ên li hemberî komployê ne bi tenê bertekeke hestiyarî bû, hay ji rastiya Rêbertî hebûn û serhildaneke bi zanebûn bû.
Netewe-dewleta Îranê piştî sedsala 20’an bi rêya înkar û îmhayê dest datanî ser mafên etnîk û neteweyî. Kurdan bi serhildan û têkoşînê bersiv dan vî tiştî. Di şexsê Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed, Suleyman Moînî, Kak Fûad, Dr. Qasimlo û Şerefkendî de têkoşînên xurt pêk hatibû. Rejîma Îranê bi komplo, teror, îdam û zextan xwest tevgerên Kurdan û pêşengên wan ji holê rake. Para hêzên derve jî di vî tiştî de hebû. Gelê Rojhilat hay ji vê rastiya komplogeran hebû. Vi tiştî jî di nav gelê me de tecrubeyeke xurt, bawerîpênenaîna hêzên derve, bawerkirina ji îradeya xwe û hewldana têkoşînê ava kir lê ji bo pratîka vî tiştî zemînek nedît. Ji ber qelsiyên partiyên siyasî têkoşîna wê pûç bû. Piştî ku di sala 1992’an de Şerefkenfî hate kuştin, gelê me bê pêşeng ma. Piştre bi naskirina Rêbertî re, di têkoşîna azadiyê de serdemeke nû hate destpêkirin, gelê me ji bo ku ev êş dîsa dubare nebin, heman şaşiyan nekin, jiyaneke bê Rêbertî û pêşeng qebûl nekin, li hemberî hêzên komploger dest bi têkoşînê kirin. Bi ruhê serhildana li dijî Komploya Navneteweyî tola kuştina pêşengan anî ziman.
A niha li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd heye, nêrîna gelê Rojhilat a li hemberî vê tecrîdê çi ye?
Tecrîda li ser Rêbertî û pergala êşkenceya Îmraliyê, ji aliyê gelê Rojhilat wekî kirineke li dijî hebûn, nasname û azadiya xwe tê dîtin. Jixwe dewleta Îranê jî ji bo ku fikr, proje û perspektîfên Rêbertî negihêje gel, hevkarê vê pergalal tecrîd û êşkenceyê ye. Ji ber vê jî şikandina tecrîdê, yek ji peywira sereke ya gelê Rojhilat e û ev armanc nayê taloqkirin. Perspektîf û projeyên çareseriyê yên Rêbertiya me ji aliyê gelên me bi baldarî tê şopandin û ji bo pêkanîna wê hewldaneke mezin tê nîşandan.
Sibê: Li Îmraliyê girtîgeh çawa hate avakirin?
Rojhilat bêdengiya xwe şikand – 14
Piştî ku Rêberê GelêKurd di 15’ê Sibata 1999’an de hate revandin, berteka herî tund ji Rojhilatê Kurdistanê hat. Rojhilat piştî bêdengiyeke dirêj dadiket qadan.
NÛRDOGAN AYDOGAN – PERWER YAŞ