Hikûmeta Qanadayê ku bi çekên firotine Tirkiyê di komkujiyan de xwedî par e, wê lêbikole bê ka teknolojiyên hevşibe li Qerebaxa Jor ji hêla Azerbaycanê ve tê şixulandin an na.
Derkete holê teknolojiya kujer a L3Harrîs Wescam a Qanadayê ku şîrketeke bi navenda DYE’yê ye, di ser Tirkiyê re firotiye Azerbaycanê jî. Dronên şîrketa Baykar, ku zavayê Erdogan e li ser e û bi sîstemên elektro optîk an jî sensoran hatine pihêtkirin, ku L3Harrîs Wescam difiroşe wan, dane Azerbaycanê jî.
Derketibû holê li gel xwedêgiravî ambargoya çekan jî ku piştî dagrikeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû dayin, Gulanê ji hêla hikûmeta Qanadayê ve bi destûra awarte ev teknolojî firotine Tirkiyê. Bal kişandibû ku ev destûr piştî hevdîtina meha nîsanê ya di navbeyna Erdogan û Serokwezîrê Qanadayê Justîn Trudeau de hatibû standin.
Trudeau niha wê lêbikole bê ka teknolojiyên ku hikûmeta wî bixwe destûr daye li Qerebaxê têne bikaranîn an na.
Tredeau diyar kir Wezîrê Karê Derve Françoîs-Phîlîppe Champagne ku Gulanê wî bixwe destûr dabû ku teknolojiya L3Harrîs Wescamê bifiroşin Tirkiyê, wê lêbikole bê ka ev tenolojî li Qerebaxê hatiye bikaranîn an na. Trudeau got girîng e bê ka li şerta ”binpêkirina mafê mirovan” a Qanadayê tê yan na û diyar kir ew hê pê nizanin bê ka teknolojiya wan di şerê Azerbayanca-Qerebaxa Jor de tê bikaranîn an na.
Trudeau got ew ji şerê herêmê ‘bifikar’ in û bi rêyên leşkerî mesele çaerser nabe.
Hikûmeta Qanada, piştî êrîşên Tirk ên Cotmeha 2019’an ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê yek ji wan welatê pêşî bû ku ambargoya çekan li ser Enqerê danîbû lê piştre destûra taybet dabû ku teknolojiya bi sedan milyon dolarî ku di amûrên hewayî yên bêmirov de têne bikaranîn bifiroşin Tirkiyê.