Parlamenterê Kurd ê li Parlamentoya Ermenistanê Kinyazê Hemîd got şerê Ermenistanê û Azerbaycanê piştî ku Tirkiye bi çeteyan re du salan hazirî kir, daye destpêkirin.

Pitî du meh ketina navbeynê şerê Ermenistanê û Azerbaycanê li Qerebaxa Jor dîsa dest pê kir. Dema ku mirov guh dide daxuyaniyên rayedarên Tirk diyar dibe ku şer ji hêla Tirkiyê ve hatiye destpêkirin. Daxuyaniyên Ermenistanê û gelek welatan diyar dikin Tirkiye ji bo ku şer bide destpêkirin çete ji Sûriyê derbasî Azerbaycanê kirine. Daxuyaniyên çeteyên li Dîlokê yên van çend rojÊn dawî jî vê piştrast dikin.

‘TIRKIYÊ TEV DA Û ŞER DA DESTPÊKIRIN’

Parlamenterê Kurd ê li Parlamentoya Ermenistanê Kinyazê Hemîd got Qerebaxa Jor a Ermenistanê ye û Azerbaycan naxwaze ku ev der a Ermenistanêbe. Hemîd diyar kir sala 1990’î dema ku Ermenistanê serxwebûna xwe ragihandî, Ermeniyên li Ermenistanê û Qerebaxa Jor bi deklarasyoneke hevpar nexwestine ku di bin kontrola Azerbaycanê de bimînin û got, ‘’Wê demê di navbeyna Ermenî û Azeriyên li Qerebaxê û Ermenistanê de şer dest pê kir û wê demê 5-6 rayonê wê herêmê ango navenda jîgehê kete dest Ermenan. 30 sal di ser wê demê re bihurîn, ev pêvajo bi hevdîtinên Rûsya, Fransa û Emerîkayê rawestiya. Lê Azerbayacan carinan ji bo ku şer derxine her çendî xwe helaft jî destûr nehate dayin ku şerê domdirêj derkeve , heta nêzîkî beriya bi mehekê. Ya ku ev kirî weke her carê Tirkiye bû. Dewleta Tir ku tim tev dida leşker şandin herêmê û haziriya şer kir. Dewleta Tirk weke berê xwe xiste şûna Azeriyan hem ji bo ku şer derkeve sor kir û hem jî bi çeteyên ku bi xwe re anî 27’ê Îlonê şer da destpêkirin. Ev 5-6 roj in êrîş didomin û li dijî van êrîan Ermenîstan parastina xwe dike û bersivê dide. Helbet ji vî şerî gelê Ermenistanê û Azerbaycanê wê pir ziyanê bibîne. Ji ber ku şerekî pir giran didome.’’

‘RÛSYAYÊ HÊ REGNÊ XWE DIYAR NEKIRIYE’

Hemîd got Rûsya bi çend daxuyaniyan qîma xwe aniye hê rengê xwe diyar nekiriye got, ‘’Li nav hevsengê herêmê Rûsya heye. Li gel vê weke Gurcîstan, Azerbayacan, Ermenîstan, Qirgizîstan, Qezakîstanê, welatên bi ser Rûsyayê ve jî di şerekî hundir an jî derve de divê Rûsya rasterast tevlê bibe. Ev pênc roj in şerek heye lê Wezîrê Karê Derve yê Rûs tenê bi daxuyaniyekê qîma xwe aniye, ji bilî daxuyaniyê tiştek nekiriye. Serokwezîrê Ermenistanê bi Pûtîn re bi telefonê axiviye. Li ser şer û pirsgirêkên domdar axivîne lê li ber çavan tiştek tine, ka em binerin van rojên pêş em ê bibinin bê ka Rûsya bi kîjan rêbazê wê çareseriyê bîne an jî plan û çareseriyeke wê heye yan na.’’

Hemîd got şerê wê bi gotinan çareser nebe û diayr kir, ‘’Em Rûsyayê di nav vê meselê de nabînin, niha bi pozîsyoneke pasif e.’’

‘YA KU HATÎ BIDESTXISTIN XAKA KURDISTANA SOR E’

Hemîd li ser dîroka Qerebxê got, dema Lenîn herêmeke bi navê Kurdistana Sor hebûye lê ev herêm bi fermî nehatiye naskirin, ango ji bo ku ji hêla hikûmetê ve bi yasayî nehatiye qebûlkirin dewleta Azerbaycanê kirine dewrê û Kurdistana Sor ji holê hatiye rakirin.

Hemîd got, ‘’Yanî bi vî rengî bajar û gund ketine destê Azerbaycanê û wiha man. Lê niha em nikarin bibêjin li Azerbaycanê gelek Kurd hene, ji ber ku Kurdên heyî ji hêla hikûmetên Azerbaycanê ve hatine asîmîlekirin. Bi Azerî dikarin bibêjin, ‘’Men Kurdum’’ lê ne li ser nasnameya wan, ne di karen fermî de Kurd nayê nivîsîn, bi Azerî têne nivîsandin. Piraniya wan zimanê xwe ji bîr kirine, asîmîle bûne. Lê ev rewş li Ermenistanê berevajî ye, ji ber ku ziman, çanda Kurdan hatiye parastin, dema Sowyetan jî li Ermenistanê gelek saziyên me yên Kurd hene, niha jî didomin. Zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerde dibin, lê li Azerbaycanê ne wiha ye. Niha Kurdên li Ermenistanê di vî şerî de dibie leşker û diçine şer, bi dilê xwe diçin, ji ber ku vir weke welatê xwe dib3inin. Dibe ku Kurdên asîmîle yên li Azerbaycanê jî di vî şerî de bibin leşker, belkî jî bêyî ku hev nas bikin hev bikujin. Divê hikûmetên Ermenistanê û Azerbaycanê destura vê nedin lê wiha xuya dike ev li hesabên du aliyan jî tê, tê dîtin ku Kurdên li herdu aliyan dijîn jî wê bikevin vî şerî.’’

TIRKIYE DIXWAZE TÛRANÎTIYÊ BERBELAV BIKE

Hemîd herî dawî got yê ku şer tev dide û haziriya şer dike Tirkiye, Erdogan ji bo vê haziriyên mezin kirine û armanca wî jî berbelavkirina Tûranîtiyê ye.