Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya nerazbûn nîşanî hêzên desthilatê da ku li pêşiya Şaredariya Qersê ya dagirkirî nimêj kirin da, got: “Desthilat nikare xwe bi nimêjê rizgar bike.”

Hevberdevka Kongeya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Huda Kaya nerazîbûn nîşanî Walaî Turker Oksuz ê weke qeyûm ji bo Şaredariya Qersê hate danîn û li ber derê şaredariyê nimêj kir, da.

‘DIZÎ, XESP Û ÊŞKENCE…’

Kaya got: “Her misilmanê ku ji Xwedê bawer dikin, di rêya pêximber de dimeşin û Quranê ji bo xwe rêber dibîne dizane ku derwe, dizî, xesp, êşkence sûc e û guneh e. Kesên bi hilbijartinê û vîna gel hatin hilbijartin, bi sedemên çêkirî, derew destgîrkirin û girtin, piştre jî li şûna wan qeyûm danîn, xespkirina vîna gel û bajar vê rewa kirin, bi nimêjan mirovan bi Xwedê dixapînin.”

Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya destnîşan kir ku desthilatek ku bi dizî, bêedaletî, derew, êşkenceyê hebûna xwe diparêze ti demê bi nimêjê nikare xwe rizgar bike û got: “Nimêj, ne desthilata ku mirovan bi Xwedê xapandin û zilm kirine, stûna ol, heqîqet û edaletê ye.”