Girava Îmraliyê ku ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin, ji sala 1936’an ve weke girtîgehekê tê bikaranîn. Ji Naziyan sûd hatibû wergirtin û bi vî rengî kampa kar lê hatibû avakirin.

Îmrali ya ser bi bajarê Bûrsyayê ve ye, yek ji 25 giravên li Marmarayê ye. Bi mezinahiya xwe ya ji 10 kîlometreyî, yek ji çar giravên mezin ên Marmarayê ye. Bicihbûna destpêkê ya komî li Îmraliyê piştî sedsala 7’an bû. Piştî ku Peymana Lozanê di sala 1923’an de hate îmzekirin, xelkê giravê ber bi Yewnanistanê ve hate şandin.

Îmrali ji sala 1924’an heta 1925’an vala ma û weke stargeheke fîrariyan dihate naskirin. Piştre di 4’ê Gulana 1935’an de li rojnameya Cûmhûriyetê ev agahî hate parvekirin: “Beşek ji hemalên Stenbolê yên bêkar mane serî li meqamên pêwendîdar dan û xwestin ku zeviyê bêxwedî yê li Îmraliyê radestî wan bê kirin. Ew ê giravê ava bikin û dema bê wê masîvaniyê jî bikin.”

Demeke kurt piştî vê bangê, hikumeta Tirk a wê demê dest jê berda ku giravê ji bo masîvaniyê bi kar bîne û biryar da ku girtîgehekê lê ava bike. Bi vê armancê heman salê di 11’ê Tebaxê de destpêkê 50 mehkûm şandin Îmraliyê. Mehkûmên li girtîgehên Stenbol, Uskudar, Bîlecek, Mûstafakemalpaşa, Tekîrdag û Bûrsayê li herêmê bi cih kirin. Girtiyên ji 21 heta 40 salî yên cezayê wan ne kêmî 2.5 salan û ne zêdeyî 10 salan hatibûn hilbijartin.

Mehên destpêkê hîn cihek tune bû ku mehkûm lê bimînin. Ji ber vê yekê heta ku girtîhgeke mezin a 3 hezar kes lê bên bicihkirin were avakirin, mehkûm li yek ji sê keşîşxaneyên li giravê hatin bicihkirin. Ji her mehkûmî re jî pêwîstî û amûrên ji bo masîvanî û çandiniyê dihate şandin. Ji ber ku ji girtîgehê wêdetir plan dihate kirin ku li giravê kampeke xebatê bê avakirin. Ji xwe Wezîrê Edaletê yê wê demê Şukru Saraçoglû bi rengekî eşkere digot ku ew plan dikin Îmraliyê bikin ‘igrava terbiyekirina mehkûman’. Saraçoglû di hejmara 5’ê Îlona 1936’an a rojnameya Cûmhûriyetê de sîstema ku wan li Îmraliyê ava kirin wiha vedigot: “Sûcdarên destpêkê yên hatin girtîgehê wê beşek ji cezayê xwe destpêkê li hucreya yek kesî derbas bike. Tenê wê pariyek nan û hinek fêkî ji wan re bê dayin. Wê nikaribin çixareyê bikişînin, wê nikaribin malbatên xwe bibînin. Girtiyên ku ev dem bi rengekî aram û çêker derbas kir, wê li beşa duyemîn hinekî din destûr jê re bê dayin, di beşên sêyemîn û çaremîn de jî wê li gorî rewşên taybet hin îmtiyaz ji wan re bê dayin û dema xwe ya mehkûmiyetê bi karkirinê derbas bikin. Yên li girtîgehê bi aramî tevnegerin wê li nava şert û mercên girantir bên ragirtin. Nuqteya esasî ya ku em têkildarî girtîgehan didin ber xwe ew e ku girtiyên li vê derê bêyî bibin bar li hikumetê û malbatên xwe bixebitin, mesreyên xwe û yên mueseseyê bi xwe peyda bikin.

Mehkûm wê xwarina ku em didin wan bixwin, kincên em didin wan li xwe bikin, rêya ku em nîşanî wan didin di wê rêyê de bimeşin û bixebitin û bi vî rengî bijîn. Di demeke nêz de ez ê biçim Îmraliyê û navenda ku me ji bo girtiyan amade kiriye, bibînim. Mehkûm li vê derê bi rengekî bêhempa tên xebitandin. Hejmara girtiyan a li welatê me derdora 35 hezar kesin. 17 hezar ji wan hikum li wan hatiye birîn. Qanûna parêzeran jî wê îsal pêşkêşî meclîsê bê kirin. Lê belê me bihîst ku Elman qanûneke nû amade dikin. Ji ber ku pêkane em sûdê jê werbigirin, em li benda weşandina wê ne.”

Saraçoglû ku beriya salên Şerê Cîhanê yê 2’emîn Wezîrê Karên Derve bû û wê piştre bibûya Serokwezîr, piştevanekî Naziyan bû. Ji ber vê yekê berê xwe dabû Elmanya faşîst. Ji xwe salên ku ew difikirî li Îmraliyê kampa xebatê ava bike, kampên komkirinê yên destpêkê yên Hîtler ji zûdeyî ava bûbûn. Naziyan di salên 1930’î de li pêşiya kampên komkirinê tabeleyek wiha daliqandibûn: “Arbeit macht frei” (Kar mirovan azad dike). Dirûşma Saraçoglû ya sala 1936’an jî “Karkirin jiyan e” bû.

Bi pîvanên ku Saraçoglû destnîşan kir, li giravê di demeke kurt de kar dest pê kir. Piştî demekê ji bo firotina berhemên mehkûman li Bûrsayê kooperatîf jî ava bû. Armanc ew bû ku masiyên ji aliyê mehkûman ve hatine girtin û berhemên hatine çandin biforişin. Berhemên sala destpêkê gelekî zêde bûn. Saraçoglû dema ku performansa mehkûmên li Îmraliyê dît ferman da ku ‘modela Îmraliyê’ li gelek deveran bixe meriyetê. Piştî Îmraliyê li Edîrne û Ispartayê 250 mehkûm di karê xaliyan û li Zongûldakê jî 150 mehkûm di karê kana komirê de hatin xebitandin.

‘BI XEBITANDINA WAN EM WAN TERBIYE DIKIN’

Navên ku bi fermana Wezareta Edaletê li qadên Îmraliyê hatin kirin balkêş bûn: Girê Ataturk, Girê Îsmet Înonu, Metebûrnû, Çemê Saraçoglû. Her wiha navê bavê Saraçoglû Saraç Ahmet Ûsta Çeşmesî li kaniyeke li herêmê hate kirin. Di Mijdara 1936’an de Wezîrê Edaletê Saraçoglû ev nûçe dida rojnamevanan: “Girtîgeha nû ya ku em ê li pişt giravê çêbikin, wê ji bo tevahiya cîhanê bibe mînak.”

Di sala 1936’an de hejmara girtiyên li Îmraliyê gihandin hezar kesî. Kesekî din ê ku serdana Îmraliyê kir Fethî Okyar bû. Okyar ku piştî bû Wezîrê Edaletê yekser serdana giravê kir, ji aliyê mehkûmên kincê yektîp li xwe kiribûn û ketibûn rêzê ve hate pêşwazîkirin. Ev serdan di 19’ê Tebaxa 1939’an de li rojnameya Cûmhûriyetê bi sernavê “Navendên bi vî rengî wê bên zêdekirin” hate weşandin. Di nûçeyê de dihate ragihandin ku Okyar pîvazên hatine çandin lêkolîn dikir. Okyar beriya ji giravê biçe li lênûsa bîranînê ya girtîgehê wiha nivîsandibû: “Li vê navendê, li şûna ku mehkûm bi rêbaza hepsê û tund bên terbiyekirin, bi karkirinê tên terbiyekirin û weke mirovên bi kêrî civatê bên tên perwerdekirin. Ez kêfxweşim ji ber ku min navendeke wiha dît.”

Di salên 1940’î de Îmrali êdî navendeke mezin a hilberînê bû. Rûyê nivînan, paçên li ser maseyê, destmal, gore yên li Atolyeyên Girtîgeha Îmraliyê dihatin çêkirin li her devera Tirkiyeyê dihatin firotin. Kalîteya berheman balkêş bûn. Di sala 1958’an de Saziya Goşt û Masiyan bi Wezareta Edaletê re li hev kir û biryar da ku masiyên ji aliyê mehkûmên li Îmraliyê ve tên girtin li firoşgehên xwe bifiroşe.

Tevî kampên karkirinê, Îmrali di dîroka nêz a Tirkiyeyê de malovanî ji demên diyarker re kir. Piştî darbeya 1960’î ji bo serokwezîrê berê Adnan Menderes û wezîrên wê demê Fatîh Ruştu Zorlû û Hasan Polatkan sêdar hate danîn. Piştre sînamevanê navdar Yilmaz Guney, wênevan Îbrahîm Balaban û wênevanê Rûm Angûlos Stafonodîs şandin girtîgeha Îmraliyê.

BÛ MIJAR JI ‘EKSPRESA NÎVÊ ŞEVÊ’

Îmrali piştî salên 1940’î car carna diket rojeva Tirkiyeyê. Her wiha di sala 1947’an de li ser çîroka jiyana mehkûmên li Îmraliyê fîlmekî bi navê ‘Yara-Birîn’ kete weşanê. Di vê navberê de ji Îmraliyê rev jî çêdibû. Mehkûmên bi navê Şaban, Osman û Halîl 6 meh piştî ku ew şandin girtîgehê di Çileya 1936’an de ji Îmraliyê reviyan û bûn mehkûmên destpêkê ku ji wê giravê reviyan. Rojnameya Cûmhûriyetê wê demê Îmrali weke luks didît, lewma ev bûyer bi sernavê ‘Başî bi kêrî wan nehat’ weşand.

Fîrara Cotmeha 1975’an a ji Îmraliyê wê ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li medya cîhanê jî bibûya manşet. Welatiyê DYE’yî Wîllîam Hayes ku sala 1970’î li Stenbolê bi 2 kîlo esrarê hate girtin û 34 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, piştî Sagmacilar û Bakirkoyê ew şandin Girtîgeha Vekirî ya Îmraliyê. Wîllîam Hayes ji Îmraliyê reviya. Di ser Yewnanistanê re xwe gihand welatê xwe û serpêhatiya xwe nivîsand. Bi derhêneriya Alan Parker, jiyana Hayes sala 1978’an bi navê ‘Ekspresa nîvê şevê’ weke fîlm hate nîşandan.

Sibe: Komplo, gava destpêkê û diyarker a Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bû