Arkadîevîç: Dewleta Tirk li dijî welatên cîran bi êrişkarî tevdigere û dixwaze sînorên xwe berfireh bike. Ji ber vê yekê bi Yewnanistan û Qibrisê re di nava krîzê de ye. Li aliyê din jî Sûriye û Iraqê dagir dike.
Serokê Navenda Lêkolînê ya Welatên Asya Navîn Bogdasarov Semen Arakadîevîç diyar kir ku dostaniya bi Erdogan re xisareke mezin daye Rûsyayê û got, “Divê êdî ji vê şaşitiyê vegerin. Eger em bi Kurdan re hevkariyê nekin, hem li Sûriyeyê hem jî li Qerebaxe wê Erdogan di vî şerî de bi ser bikeve.”
Bogdasarov Semen Arkadîevîç li Rûsyayê yek ji pisporên Rojhilata Navîn û Asya Navîn e. Bi taybetî di mijara çareseriya krîz û şerê li herêmê de bi lêkolînên xwe tê naskirin. Serokê Navenda Lêkolînê ya Welatên Asya Navîn Arkadîevîç ku albayekî teqawîtbûyî ye, li ser mijarên Sûriye, Qerebax û polîtîkayên êrişkar ên rejîma Erdogan ji ANF’ê re axivî.
Arkadîevîç diyar kir, ji ber şerê li Sûriyeyê hîn bi encam nebûye, Rojhilata Navîn herêmeke nearam e û ji bo çareseriyê ev pêşniyar kir: “Xuya ye şerê li Sûriyeyê wê di demeke nêz de çareser nebe. Bidawîkirina şerê li herêmê bi bidawîkirina mêtingeriya Tirk a li herêmê dibe. Ji ber vê yekê divê hikumeta Şamê li dijî mêtingeriya Tirk bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re têkiliyê deyne û hevkariyê bike.”
Akadîevîç destnîşan kir ku hêzên ser bi rejîma Erdogan nêta xwe nîne ku ne ji Ezaz, ne ji Efrîn ne jî ji Cerablûsê derkevin û got, “Erdogan siyasetmedarekî zexel e û tenê ji hêzê fêhm dike. Ji ber vê yekê têkoşîneke hevpar a hemû hêzan dikare dawî li mêtingeriya Tirk a li Sûriyeyê bîne. Di halê hazir de Sûriye xwedî artêşeke xurt e û QSD jî bi têra xwe xurt e. Ev her du hêz li dijî dijminê hevpar divê bibin yek.”
‘QEREBAX DEWAMA SÛRIYEYÊ YE’
Pisporê Rûs destnîşan kir ku nearamiya li herêmê ji ber Tirkiyeyê ye û destnîşan kir ku rejîma Enqereyê ne tenê li Sûriyeyê, her wiha ji Iraqê heta Lîbya û Qerebaxê li cografyayeke berfireh tovên nîfaqê diçîne. Arkadîevîç diyar ki rku di krîza Qerebaxê de gelek welatên Misilman piştgiriya Ermenistanê dikin û bi dewamî got, “Dewleta Tirk bi polîtîkayeke êrişkar a li dijî welatên cîran, dixwaze sînorê xwe berfireh bike. Ji ber vê yekê bi Yewnanistan û Qibrisê re di nava krîzê de ye, li aliyekî Sûriye û Iraqê dagir dike, li aliyê din jî li Qerebaxê tevî Azerbaycanê dest bi şerê eniyê dike. Tirkiye ji bo hêza xwe nîşan bide van hemûyan dike. Yekane armanca Erdogan jinûve avakirina Osmanî ye û mîna dema Osmaniyan dixwaze li herêmê serdest be.”
Pisporê Rûs ragihand ku di şerê Qerebaxê de rola dewleta Tirk diyarker e û gotina, “Bi tunekirina Ermenistanê divê em dewletên Tirkî bigihînin hev’ a Aliyev bi bîr xist, ku di konferanseke komarên Tirkî de anîbû ziman. Arkadîevîç got, “Rejîma Enqereyê bi dirûşma ‘Yek dewlet, yek milet’ niha bi hêza xwe ya leşkerî tevlî vî şerî bûye. Artêşa Tirk her wiha bi hêza xwe ya hewayî nuqteyên Ermenistanê yên li Qerebaxê bombe dike.”
Pisporê Rojhilata Navîn û Asya Navîn Bodasarov Semen Arkadîevîç diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyeyê ji 80 hezarî heta 100 hezar çeteyî artêşek ava kiriye û ji van çeteyan 1500 heta 2000 kes çete tevlî şerê li Qerebaxê kiriye. Pisporê Rûs anî ziman ku dewleta Tirk ne tenê piştgiriya leşkerî û lojîstîkî li şerê li Qerebaxê dike, di heman demê de ‘aliyekî çalak ê vî şerî ye’.
‘DIVÊ QEREBAX Û ROJAVA DI HEMAN ENIYÊ DE BIN’
Pisporê Rûs Arkadîevîç anî ziman ku tevî Sûriye divê Rûsya jî piştgiriyeke xurt bide QSD’ê ku YPG faktorekî wê yê girîng e û got, “Pêwîste em qebûl bikin ku Kurd li herêmê aktorekî girîng e. Eger em bi Kurdan re hevkariyê nekin wê Erdogan di vî şerî de bi ser bikeve.” Arkadîevîç ragihand ku Sûriye û Ermenistan divê têkiliyeke xurt bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re deyne û got, “Di salên 1930’î de rêxistina Xoybûn digot, ‘Li dijî vî dijminê hevpar em bibin yek’. Divê Ermenistan jî niha vê bangê li Kurdan bike, ‘Werin em li dijî vî dijminê hevpar bibin yek’. Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan bi taybetî PYD divê ragihîne ku di şerê Qerebaxê de bi Ermenistanê re ye. Hevkariya leşkerî jî di nav de bi dîtina min divê tifaqa Qerebax û Rojava hebe. Hewldaneke bi vî rengî ji bo me hemûyan pêwîst e. Li hemberî me dijminekî xurt heye û eger rewş bi vî rengî be divê em jî hêza xwe bikin yek û xurt bibin.”
‘BERDÊLA HEVKARIYA BI ERDOGAN RE GIRAN BÛ’
Serokê Navenda Lêkolînan a li Welatên Asya Navîn Arkadîevîç anî ziman ku tifaqa rêveberiya Pûtîn a bi rejîma Erdogan re ‘gaveke gelekî şaş bû’ û bang li Moskowayê kir ku ‘dem hatiye ji vê şaşitiyê vegere’. Arkadîevîç destnîşan kir ku berdêla hevkariya Rûsyayê ya hevkariya bi Erdogan re giran bû û got, “Dostiya ku me li Sûriyeyê bi wî re danîn, weke dijminatiyê li me vegeriya. Çete xurt bûn û eniya ku li dijî me ava kirin berfireh bû.”
Pisporê Rûs diyar kir ku ji ber hevkariya bi Erdogan re Rûsya li derveyî bazara petrol û gaza xwezayî ma û herî dawî destnîşan kir ku rastiya ‘Tirkiye ji aliyê jeopolîtîk ve dijminê Rûsyayê ye’ wê ti carî neyê guhertin.