Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, ku herî kêm 64 ji çeteyên ku dewleta Tirk biriye Azerbaycanê, li Qerebax a Jorîn di şer de hatine kuştin.

Li gorî saziya çavdêriyê, dewleta Tirk 1200 çeteyên ji Sûriyeyê peyda kir, tevlî artêşa Azerbaycanê kir, ji bo şerê Ermenan bikin.

Hate ragihandin ku ji van ‘leşkerên ji bo pereyan şer dikin’ ên dewleta Tirk, herî kêm 36 çete di nava 48 saetan de hatin kuştin.

Ermenistan ji destpêka şer ve nerazîbûnê nîşan dide ku dewleta Tirk ‘leşkerên ji bo pereyan şer dikin’ ji Sûriyeyê derbasî Azerbaycanê kiriye.

Ev agahî di serî de Fransa ji aliyê gelek welatan ve jî hate piştrastkirin.

Şer, piştî ku artêşa Azerbaycanê di 27’ê Îlonê de li Komara Qerebax a Jorîn (Artsah) dest bi operasyoneke mezin kir, dest pê kir.

Qerebax a Jorîn di destpêka salên 1990’î de serxwebûna xwe ragihandibû. Di şerê hingî de 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk evlî şerê li Qerebax a Jorîn bûye û diyar kir, Enqere dixwaze şer girantir bike.

Wezaretê diyar kir, “Ev yek helwesteke rejîma Tirk e ku li gelek welatan tê dîtin” û destnîşan kir ku dewleta Tirk “agirê rageşî û cihêkariyê gur dike.”