Li Rûandayê sala 1994’an di qirkirina ku ji aliyê rejîma mûxafazakar a Hûtûyan hate kirin, piraniya wan ji gelê Tûtsî zêdeyî 800 hezar mirov hatin qetilkirin.

Dozgeriya Federal a Belçîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 kesên ku guman ji wan tê kirin di komkujiyê de cih girtine, hatine destgîrkirin û lêpirsîn der heqê wan de tê meşandin.

Rayedaran diyar kirin ku 2 kes li paytext Brukselê roja Sêşemê û kesê sêyemîn jî roja Çarşemê li bajarê Haînaûtê hate destgîrkirin.

Têkildarî nasnameya kesên hatin destgîrkirin agahî nehate dayin, lê belê hate ragihandin ku herî kêm 40 şahidan kesên navborî teşhîs kirine.