TJK-E û KCDK-E’yê diyar kir ku Fatma Nazlikûlû ya ku dayika endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn e rehmet kiriye û sersaxî ji malbatê re xwest.

TJK-E û KCDK-E’yê peyameke sersaxiyê weşand û got , “Fatma Nazlikûlû ya ku di sala 1939’an de li mezraya Kûrûçay a Bazarcixê ji dayik bûye, rehmet kiriye.”

Di peyamê de hate diyarkirin ku “Fatma Nazlikûlû tevî hemû zarokên xwe di sala 1976’an de hatiye Elmanyayê û yek ji malbatên karker ên pêşîn e. Nazlikûlû yek ji malbat pêşîn a Tevgera Azadiyê ya li Elmanyayê ye. Fatma Nazlikûlû di nav şertên Ewropayê de zarokên xwe bi hestê welatparêzî mezin kir. Bi nasnameya xwe ya Elewî û Kurd tu carî li hemberî polîtîkayên qirker ên dewletê bêdeng nema.

Ji ber vê jî biraziyên wê Mehmet Dîrlîk û Şiho Dîrlîk (Sabrî) yek ji şehîdên kedkar ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye.

Di heman demê de kurê wê Îsmaîl (Kasim Engîn) di sala 1987’an de dev ji jiyana li Ewropayê berdaye û berê xwe daye Kurdistanê. Ji nav malbatê tevlêbûna partiyê jî domiya. Ji malbatê Cennet Dîrlîk (Nûcan) jî tevlî nav têkoşînê bûye û piştre şehîd bû.

Fatma Nazlikûlû bi hesreta kurê xwe Kasim bibîne, girêdayî jiyanê bû. Ligel ku nexweşiyên wê yên giran hebû jî hesreta ku ew Kasim Engîn bibîne, di nav têkoşînekê de bû.

Fatma Nazlikûlû wê wekî dayikeke Kurd a têkoşer di bîra me de be. Malbata Nazlikûlû di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”