Wekî her sal xelatên pêşîn Nobelê di qada tipê de hate dayin. Akademiya Nobel a li Swêdê Xelata Tipê ya Nobelê dan Mîchael Hoûghaton ê Îngilîz, Harvey Alter û Charles Rîce yê Emerîkî .Vê komê Hepatîf C keşf kiribûn.
Ji ber tevkariyên wan ên xurt ên têkoşîna li dijî hepatîtê, ev her sê kes hatin xelatkirin.
Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê li temamî dinyayê her sal 70 milyon kes bi hepatîtê dikevin û nêzî 400 hezar kes jî dimirin. Lê tê diyarkirin ku bîlançoya rastîn girantir e.