Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 5ê Cotmehê 2020 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Artêşa Tirk a dagirker, li navçeya Amed Lîcê, li bejahiya gundê Xosorê û di heman demê li herêma Bagokê ya Mêrdînê jî tevgereke dagirkeriyê da destpêkirin.
&- Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, Arîn Mîrkan, di 6mîn salvegera şehadetê wê de bibîranî.
&- Di encama çalakiyên gerîlla de, li navçeya Colemêrg Çelê leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin. Li Bazîdê jî di şerê navbêra hêzên gerîlla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de, leşkerek hate kuştin, 2 leşker birîndar bûn.
&- TJK-E û KCDK-E’yê diyar kirin ku Fatma Nazlikûlû dayika endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn çû ser dilovaniya xwe û sersaxî ji malbatê re xwest.
&- Çalakiyên înstiyatîfa Zarokên Agir ên li bajarên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê berdewam dike, li Bûrsayê depoyek û li Îzmîrê jî 2 wesaîtên kesên faşîst hatin şewitandin.
&- Li Qerebaxa Jor şerê di navbera hêzên Ermenistanê û Azerbaycanê zêde dibe. Paytexta Qerebaxê û bajarê mezin ê duyemîn ê Azerbaycanê hate bomberdûmankirin.