Endama KNK’ê Jenya Qadir ragihand, ku êrişa li ser Qerebaxê planeke Tirkiyeyê bû û got, bikaranîna çeteyên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê vê yekê nîşan dide.

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a li Ermenistanê Jenya Qadir, şerê li Qerebaxê ji ANF’ê re nirxand.

Endama KNK’ê Jenya Qadir diyar kir ku dewleta Tirk 5-6 meh beriya niha amadekarî ji şerê Azerbaycan-Ermenistanê re dikir û got, Tirkiyeyê Azerbaycan ji şerekî wiha re amade kir.

Qadir anî ziman ku di encama vê yekê de êriş li ser Qerebaxê bû û got, “Ev şer bi xwestin an jî nexwestina dewleta Ermenistanê ve negirêdayî bû. Ji ber ku plana vî şerî ji aliyê Tirkiye û Azerbaycanê ve hate kirin.”

Jenya Qadir diyar kir ku 30 sal in pirsgirêka Qerebaxê ya navbera Azerbaycan û Ermenistanê dewam dike û got, “Gelek caran di navbera aliyan de şer qewimî. Lê belê şerê vê carê ji yên derbasbûyî cudatir bû. Cudahî jî ew e ku ev şer ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye plankirin û destpêkirin. Dewleta Tirk dixwaze armancên xwe yên li ser Kafkasyayê bi rêya şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê bixe meriyetê.

Her wiha me zanin ku Erdogan dixwaze sîstema Tûranî ya Osmanî ava bike. Ji bo vê jî êrişî her cihî dike û dest lê werdide. Ev rewş bûye belayê serê mirovahiyê.”

Jenya Qadir ragihand ku Azerbaycan di vê demê de ji şerekî wiha re ne amade bû û got, “Ji ber ku xwedî pirsgirêkên navxweyî ye Li Azebaycanê gelek gel vî şerî naxwazin. Gel di wê baweriyê de ye ku ev şer ne ji aliyê Azerbaycanê ve lê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye plankirin û destpêkirin. Tirkiye bi çete û teknîka xwe tevlî vî şerî bûye, şer koordîne dike. Beriya Azerbaycanê, Tirkiye dixwaze Qerebaxê bi dest bixe.”

Jenya Qadir diyar kir ku têkiliyên bazirganiyê yên Tirkiye û Rûsyayê ku salên dawî zêde bûye, veguheriye tawîzên li qada siyasî û goti her du welat dibe ku li pişt deriyan di hin mijaran de li hev kiribin.

Jenya Qadir destnîşan kir, Rûsya polîtîkaya ku li Sûriye û Rojava meşand niha li Ermenistanê dimeşîne û got, “Dewleta Tirk ti carî nabe dostê kesî û berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digihre. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîrokê vê yekê bi hêsanî dibînin. Ev polîtîka her tim li dijî gelên herêmê meşandiye.”

‘EGER DEWLETA TIRK LI KAFKASYAYÊ BI CIH BIBE WÊ ŞER LI TEVAHIYA HERÊMÊ BELAV BIBE’

Jenya Qadir ragihand ku eger dewleta Tirk li Kafkasyayê bi cih bibe, wê ev şer li tevahiya herêmê belav bibe û got, “Dewleta Rûsyayê nikare hesabê felaketeke bi vî rengî bide. Em baş zanin ku dewleta Tirk tenê li cihekî nasekine û hewl dide hîn bêhtir herêman bi dest bixe. Em hêvîdarin ku dewleta Rûsyayê wê nekeve nava şaştiyeke welê dîrokî.”

Jenya Qadir bi dewamî anî ziman ku dewleta Tirk qikririna ku sala 1915’an li gelê Ermen kir niha bi destê çeteyan dixwaze li xaka Ermenistanê pêk bîne û got, “Gelê Ermen têkildarî Kurdan xwedî nêrînên şaş bû. Kurd weke berpirsyarê qirkirina xwe didîtin. Ji ber vê yekê jî bi Kurdan re di asteke têrker de têkiliyeke dostane nehatibû danîn. Ev şerê dawî nîşan dide ku dijminê Ermen û Kurdan yek e. Ji ber vê yekê jî divê her du gel dest bidin hev. Hêvîdar im ku haya gelê Ermen ji vê heye. Rêber Apo dibêje, ‘Li ser bingeha biratî û dostaniya gelan jiyana bi hev re girîng e’. Ji ber vê jî divê em paradîgmaya Rêber Apo ji xwe re bikin esas.”