Kurdistanî li pêngava,”Bes e ji Tecrîd, Faşîmz, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye” xwedî derdikevin.
Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê li pêngavê xwedî derdikevin. Endamên komîteya ciwanan a Meclîsa Kurd a navçeya Yerşovê ku li gundê Yujniyê hatin cem hev, diyar kirin ku ew li pêngavê xwedî derdikevin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin.
Li ser navê ciwanan Zaman Yusupov û Kewê Osmanova di axaftinan de diyar kirin polîtîkayên îmha û înkarê ya dewleta Tirk a faşîst ti caran wê bi ser nekeve. Ciwanan diyar kirin ew ê li bara Komploya 9’ê Cotmehê û berdewamiya wê tecrîdê bêdeng nemînin, bang li her kesî kirin ku li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin.