Polîs Derek Chaûvîn ku 25’ê Gulanê pê li qirika George Floyd kir, bi vî rengî ew fetisand, bi berdêla kefaleta ji milyon dolarî hate berdan.

Li gorî nûçeya New York Tîmesê ku agahiyên xwe spart parêzerê Chaûvîn, ji bo berdana Chaûvîn kelafeta pêwîst pêşkêşî dadgehê hatiye kirin.

Dadger Jeannîce Redîng li ser serlêdaneke beriya niha ya polîsê kujer, hin şert diyar kir. Dadger diyar kir ku divê Chaûvîn ji eyaleta Mînnesotayê dernekeve, têkiliyê bi malbata George Floyd re daneyne û hemû çekên xwe radestî polîsan bike.

Di bûyera 25’ê Gulanê de polîs Derek Chaûvîn bûbû sedema mirina George Floyd. Tevî ku Floyd digot ‘bêhna min diçike’ Chaûvîn 9 deqeyan çoka xwe ji ser stuyê Floyd ranekiribû. Li gorî qanûnan Chaûvîn ji ber ku di asta duyemîn de bû sedema mirinê divê bi 40 salî, ji ber ku di asta sêyemîn de bû sedema mirinê bi 25 salan bê cezakirin.

Piştî bûyera ku li pêş kamerayan qewimî di serî de li DYE’yê li tevahiya cîhanê xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê hatibûn lidarxistin.