“Eger em ji mirovan û gelan bihatina dîtin, eger wekheviya hiqûqî ya ji bo her kesî derbas dibe ji bo min û gelê min jî bihate pêkanîn, teqez wê şanoya trajîkomîk a hiqûqê ya li Îmraliyê pêk nehatibûya.”

Rojên piştî 15’ê Sibata 1999’an, dewleta Tirk li Îmraliyê girtîgeheke giravê ya taybet amade kir, ku li dinyayê mînakeke xwe nîne. Li vê girtîgeha proto-Gûantanamo ku ti hiqûq û qanûnên navneteweyî lê bandorê nake, armanca xwe ew bû ku afirînerê şoreşa Kurdistanê û rêberê gelekî bi êşkenceyê bêîrade bihêle, îradeya wî bişikîne. Lê belê hesabên rejîma Enqereyê wê li Îmraliya ku ji cîhanê hatiye tecrîdkirin bi cih nehatibûya. Rêberê Gelê Kurd helwesta xwe ya destpêkê li hemberî personelên lêpirsînê yên dewleta Tirk nîşan da ku bi taybetî hatibûn diyarkirin. Ocalan ji bo derî li çareseriyê û diyalogê ve ke gelekî hewl dida.

Nêzîkatiyên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêkan û bidawîkirina tundiyê, di qonaxa destpêkê ya paradîgmaya xwe ya nû de ji raya giştî re axivî. Di qonaxa duyemîn de jî ji tevgera azadiyê ya Kurd re name nivîsî. Di navbera 31’ê Gulanê-29’ê Hezîrana 1999’an de Ocalan çar name ji Konseya Serokatiyê ya PKK’ê re şand. Ocalan hevdîtinên xwe yên bi rayedarên dewleta Tirk re bi tevgera xwe re parve dikir. Ocalan di yek ji van nameyan de li ser lêgerîna xwe ya ji bo çareseriya siyasî wiha digot:

“Min ew yek da pêş ku xweseriya çandî ya bi misogeriya dewletê ya berfireh û xûsûsa ku Kurd hêmana bingehîn a dewletê ye, bibe yek. Di pîvanê de min şaş nedît ku modelek bê afirandin. Min pê re nîqaş kir ku rêveberiya xwecihî ya demokratîk bi qanûna partiyên siyasî û hilbijartinê re dikare tevkariyeke girîng li çareseriya polîtîk bike. Eger misogeriya qanûnî, kar û xusûsên din bi madeyên din re bikeve rojevê, min diyar kir ku wê demê wateya dewamkirina şerê çekdarî namîne û pêvajo di çarçoveya aştiyane ya polîtîk de dikare bi pêş ve biçe. Dibêjim, ku qet nebe heta dewlet helwesta xwe zelal bike, helwesta me ya parastina aktîf, bicihbûn û agirbesta xwe dispêre perwerdeyê helwesteke rast e.”

Di vê navberê de gelê Kurd û berxwedana Kurdistanê yekemcar bêyî Rêberê xwe diketin Newrozekê. Li gel zext, zilm û qedexeyên dewleta Tirk, li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê bi sed hezaran kes daketin qadan, lanet li komployê anîn û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Rojên piştî Newrozê Rêberê Gelê Kurd belavokeke çareseriyê ya ji 8 xalan nivîsand. Stratejiya dema nû di wê belavokê de bi kurtasî wiha dihate vegotin: “Pêvajoya agirbestê ya 1’ê Îlona 1998’anbila li her cihî bê dewamkirin. Bi rengekî mayinde dawî li şerê çekdarî bê anîn. Dewlet efûyê ragihîne. Li gel vê yekê PKK xwe amade bike ku di nava sîstema demokratîk de qanûnî bibe. Li Tirkiyeyê hemû hêzên pêwendîdar, saziyên mafên mirovan û aştiyê yên navneteweyî tevkariyê li pêvajoyê bikin.”

Piştî nameyên ku Ocalan ji tevgera xwe re şand, ji Konseya Serokatiyê ya PKK’ê di 6’ê Gulana 1999’an de bersiv hat. Konseyê, bêyî ku şik û teredûtê bixe nava raya giştî, bi rengekî eşkere ragihand ku partî dilsozê Rêberê xwe ye û wê bi her awayî bi stratejiya dema nû re girêdayî be. Di vê navberê de tecrîda ku li Îmraliyê ketibû meha duyemîn, bandora destpêkê ya neyînî ya li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd nîşan dida. Ocalan meha Nîsanê di hevdîtina bi parêzerên xwe re wiha digot: “Ji aliyê fîzîkî ve nebaş im, tecrîd zorê dide min, lawaz dibim, destên min dilerizin, tenduristiya min ji dest diçe.”

‘DI ŞANOYA ÎMRALIYÊ DE PERDEYA DESTPÊKÊ’

Rojên piştî Newrozê, Rêveberiya Navenda Krîzê ya Serokwezaretiyê, ku rejîma li Îmraliyê pê ve girêdayî bû, ji bo pêvajoya darizandinê ku Rêberê Gelê Kurd wê weke ‘Şanoya Îmraliyê’ pênase bikira, di 24’ê Adara 1999’an de gav avêt. Li gorî mewzûatê, cihê darizandinê diviyabû Amed bûya, lê belê ji aliyê 2’emîn Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Enqereyê ve li Girava Îmraliyê hate kirin. Hîn wê wextê bi têrkerî nîşane hebû ku radixist pêş çavan ku dewleta Tirk wê qanûnên xwe binpê bike. Di daxuyaniya Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan a 1’ê Adara 1999’an de li ser bêhiqûqiya li Îmraliyê wiha dihate gotin:

“Parêzerên ku dixwazin biçin dîtina Ocalan, ji ber ku wê biçin herêma qedexekirî û ji ber ku Ocalan li avahiyeke statuya xwe nediyar a li herêma qedexe tê hiştin, neçar dimînin ku ji meqamên îdarî destûrê werbigirin. Bi vî rengî erka ku ne li gorî qanûnan bû wê ji aliyê ajanên îdarî ve bihate bikaranîn. Mînak; ji bo parêzer biçe Îmraliyê divê destûrê ji Walîtiya Bûrsayê werbigire. Halbûkî hevdîtina parêzer bi muwekîlê xwe re karekî pêwendiya xwe bi pêvajoya dadgeriyê re heye. Walî beşek ji rêveberiyê ye. Lewma nayê qebûlkirin ku Walî yan jî erkdarekî din ê rêveberiyê tevlî vê yekê bibe. Dema ku mirov bala xwe didin ser daxuyaniyên Waliyê Bûrsayê tê dîtin ku Waliyê Bûrsayê jî nikare vî erkî bi kar bîne, şertekî destûrê yê nivîskî yê ji dadgeha ji Enqereyê derdixînin pêş. Di vê rewşa tê diyarkirin de tevlîheviyeke erkê ya ku cihê xwe di qanûnan de nîne tê afirandin, wezîfeya parastinê jî bi destûrê ve tê girêdan. Rêveberî yan jî dadgeh bi xwe re dibîne ku tevlî wê yekê bibe ku kî wê parastina kê bike. Derfetên parêzeriya Ocalan û çûyîna Girava Îmraliyê ji bo axaftina bi Ocalan re, li ser bingeha vê kêfiyet û bêhiqûqiyê ji holê tên rakirin.

Astengî û zehmetiyên li pêşiya parastinê tên danîn, ji bilî wesayitên deryayî yên demên nediyar ên çûn û hatina Îmraliyê, wekî din jî dikarin bên jimartin. Rayedarên îdarî derfetê didin wê yekê ku alîgirên partiyeke siyasî ya ku bi destê xwe nîşaneya gur dikin li hev kom bibin û van kesan sor bike. Ev yek jî digihêje wê astê ku parêzerên wezîfeya parastinê dikin bên lînçkirin. Dîmenên ku di televîzyonan de xuya dikin, ne ji kesên ji nava gel in, dîmenê ji sembolên kesên faşîst nijadperest tên naskirin e. Waliyê Bûrsayê van dîmenan weke nerazîbûna ji rêzê ya gel nîşan dide. Lewma eşkere ye ku zexteke giran li parastinê tê kirin.

Girava Îmraliyê ku Abdullah Ocalan lê tê hiştin weke herêma qedexe hatiye ragihandin, lê belê nediyar e ku li wê herêma qedexekirî cihê ku lê tê girtin girtîgeh e, nexweşxane ye yan jî cihekî lêpirsîn û çavdêriyê ye. Li gorî mewzûata hiqûqê ya Tirk, girtî li du deveran dikarin bên girtin. A) Girtîgeh, b) nexweşxane yan jî koxûsên girtiyan. Nabe ku li derveyî van li devereke cuda bên hiştin. Ji bo li girtîgehê bê hiştin, cihê ku lê bê hiştin divê ji aliyê Wezareta Edaletê ve weke girtîgeh bê ragihandin, xwedî midûr û personelên girtîgehê be û dozgerek û serdozgerek jê berpirsyar be.

Li Girava Îmraliyê ku weke herêma qedexe hatiye ragihandin, avahiyek ku weke Wezareta Edaletê hatiye ragihandin nîne, weke midûr an jî personelên girtîgehê ti personel nehatine wezîfedarkirin. Halbûkî Abdullah Ocalan ji aliyê statuya qanûnî ve girtî ye. Pêwîste derfetên xwe hebin ku karibe sûdê ji mafên girtiyan werbigire. Ji daxuyaniyên parêzeran û raporên dadgeran, her wiha ji beyanên doktorên leşkerî yên ku ew kontrol kirine eşkere bûye ku Ocalan li girtîgehê nayê girtin, li qadke welê tê girtin ku wezîfedarên Fermandariya Giştî timî lêpirsîna wî dikin, di bin çavdêriyê de dihêlin û hemû pêwîstî jî ji aliyê rayedarên leşkerî ve tên da yin.”

Dewleta Tirk ku guh neda van hişyariyên rêxistinên mafên mirovan, di 31’ê Gulana 1999’an de dest bi darizandinê kir. Ji êrişa li dijî parêzeran heta wernegirtina dosyayê û redkirina serlêdanên hiqûqî hemûyan, di vê pêvajoyê de mafê parastinê bi temamî tune hate hesibandin. Darizandinê hîn dest pê nekiribû li Enqereyê cezayê îdamê dihate nîqaşkirin. Ji destpêkê heta qonaxa dawî, tevî ku bi rengekî nehiqûqî hate kirin, Rêberê Gelê Kurd ji bo aştiyê û çareseriyê ev pêşniyar li heyeta dadgehê dikir:

“Bingeha çareseriya demokratîk heye. Xwerakişandina li hev ne pêwîst e. Tirkiye ji bilî xweparastina ji metirsiyên mezin, şensê xwe heye ku vê yekê veguherîne çavkaniyeke hêza nû. Derfetên şer leşkerî yên PKK’ê li hundir û derve wê bikeve xizmeta Tirkiyeyê. Eger Tirkiye, di serî de Ewropa dixwaze bikeve çeperên nû û li herêmê bibe welatekî pêşeng, ev yek bi rizgarbûna ji vî şerî dibe. Çareseriyeke li ser hebûna siyasî ya PKK’ê wê bibe destketiya herî mezin a Tirkiyeyê. Çawa ku biçûkbûna PKK’ê wê bibe sedema windahiyên mezin, eger rast bê bikaranîn wê ewqasî jî hêzeke mezin biafirîne.”

TENÊ DYE’YÊ PESNÊ DARIZANDINÊ DA

Di encama danişîna 9’ê Cotmehê de ku hemû otorîteyên siyasî, leşkerî û entellektuel bi rengê formalîteyê bi nav kirin, şandeya dadgehê ya dewleta Tirk biryara darvekirinê 29’ê Hezîrana 1999’an aşkere kir. Bêguman ev dîrok ne rasthatiniyek bû. Beriya wê roja ku derbarê Rêberê Gelê Kurd biryara darvekirinê ahtibû dayin bi 74 salan, 29’ê Hezîrana 1925’an bi encama biryara Dadgehên Îstîklalê ku bi rengê Imraliyê hatibûn danîn lîderekî dî yê Kurd Şêx Seîd hatibû darvekirin. Lê ne cîhana cîhana 1929’an bû, ne jî Kurd Kurdên berê bûn.

Biryara darvekirinê li çar parçeyên Kurdistanê bû sedema hêrseke mezin, li raya giştî ya cîhanê jî li pey hev daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayin. Piştî biryara darvekirinê ya li Imraliyê bi rojekê Raportorê Taybet ê Netweyên Yekbûyî ku li ser înfazên bêdaraz, bêrapirsîn û kêfî dixebitî nameyek ji hikûmeta Tirk re şand. Di nameyê de hate diyarkirin cezayê mirinê mafê jiyanê binpê kiriye û bang li rejîma Enqerê dikir ku ,”Ji biryarê biqerein”. Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî bal kişande ser ku doza li Imraliyê yasayên Tirk, stranartên navnetewî yên derheqê darizandina dadmen binpê kiriye, bê şert û merc li dijî cezayê mirinê derdiket.

Ji hemû çavdêrên navnetewî û welatên rojavayî daxuyaniyên wiha dihatin lê balkêş e tenê DYE’yê darizandina li Imraliyê eciband. Sefîrê DYE’yê yê Enqerê Mark Parrîs derheqê darizanidna li Imraliyê û biryara ku hatî dayin digot: ”Ocalan bi rengekî pir dadmend hate darizandin. Mirov nikare mudaheleyê li biryara daraza Tirk bike. DYE ti şik û gumanê ji darizandinê nabe.”

‘ŞANOYA HERÎ TRAJÎK A HIQÛQÊ BÛ’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastina xwe de ya bi navê ,”Parastinên DMME’yê -Ji Dewletên Rahib ên Sumeran Ber Bi Komarên Gel”, têkilî pêvajoya darizandinê ku jê re digot, ”Şanoya Imraliyê” wê ev nirxandin bikira:

”Ti hîmekî rewa yê darizandina Imraliyê, hewcehiyên gerdûnî û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) nebûn. Di bingeh de komployeke giran û revandin hebû. Diviya dadgeh ne bi van şertan bûye. Her wiha ji DMME’yê re hatiye ragihandin ku gelek aliyên xwe yên dijî PMME’yê hene. Şanoyek hate lîstik, şanoyeke sembolîk bû ku ji bilî senarîstên ku giştî hatiye hazirkirin û ji bilî derhenerên wan, beşê wê yê ji bo raya giştî hatiye lîstin. Ji bo min helwesta herî rast bû ku prastina xwe bi rengê ,”lihevkirina demokratîk û peyama aştiyê” bidim. Ji bo parastina berfireh ne dem, ne materyal, ne hazirî hebûn, ne jî ji hêla psîkolojîk ve şert û merc hebûn.

Heke em ji miorvan û gelan bihatana hesibandin û bi vî rengî wekheviya hiqûqê ya ji bo her kesî derbasdar ji bo min û gelê min jî bihata bicihanîn, bi mîsogerî wê şanoya herî trajîkomîk a hiqûqa Imraliyê pêk nehata. Pirsgirêk ne ji ber wê ye ku bi şertên girna hatime darizandin û ev darizandin dijî gelek xalên PMME’yê pêk hatiye.

Li gel ku ev hêl girîng in jî dijberiyên basîtên ên dirêvên hewce ne. Rêgeza herî sereke ya hiqûqê objektîvbûn e. Hiqûq xwe naspêre ser niyet, îdîayên şexsî. Dema ku vê dibêjim, behsa hiqûqa hevdem dikim. Naxwe aşkere ye ku ji fermanên dewletê re yên ku xwe dispêrin ser hiqûqa îlahî wê hiqûq neyê gotin. Ji vî alî ve, mirov nikare behsa hiqûqê lê dikare behsa îgfal, dagirkerî û îmhaya nerîna zalim û derewîn bike ku bi koka xwe, xwe îlahî dibîne. Darizandina min a li Imraliyê ne tenê înkar û kuştina hiqûqê ye, her wiha hatiye xwestin, ku vê pir taloke û armanca veşarî dibînim, wê bikin amûra tinekirina rastiyan.

Cografyayên Rojhilata û Rojava, Asta û Ewropa, Anatolî û Grêk, eniya paş a şanoya Imraliyê pêk tînin, ku tam bi dilqê şanoyê haye nîşandan. Mirovekî jirêzê ku bikaribe bi baldarî binere, wê nikaribe xwe jê dûr bigire û van pirsan neke; senaryoya vê şanoya darazî kê nivîsand, rolên sereke çawa hatine parvekirin, aktor û fîgûran kî bûn, xwestin ku kîjan peyama bibin kesên ku darî lê dikirin.”

Sibe: Banga 2’yê Tebaxê û gavên diviyabûn bihatina avêtin