Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8ê Cotmehê 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&-Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, ji qedexekirina hevdîtina parêzeran ya ji bo 6 mehan, serlêdan kirin û dadgeha Tirk, serlêdana parêzeran red kir.

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: Di 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê em dakevin qadan.

&- Endama Koordînasyona KJKê Besê Erzîncan diyar kir ku Pengava KCK û Pengava KJKê paralelê hev û bi rengekî hevgirtî dimeşin.

&- Navenda Ragihandina HPG derbarî çalakîyên hêzên Gerîlla de daxuyaniyek da û got: Di Cenga Heftanînê de 2 leşkerên arteşa Tirk ya dagirker hatin ceza kirin.

&- Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyan a di meha Îlonê de li dijî hêzên dagirker ên AKP-MHP’ê û hevkarên wan eşkere kirin.

&- Tezkereya, şandina leşkeran ya Suriyê û Iraqê, ku Serokkomartiya Tirk pêşniyaza wê kiribû li parlamentoya Tirkiyê hate erêkirin.

&- Parlementera serbixwe ya Swêdê Amîneh Kakabaveh ji bo astengkirina êrîşên dewleta Tirk xwest parlemento biryarekê bistîne.