Ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê ku hevparê herî mezin ê hikumetê ye 13 wekîlan bi sernavê ‘Kurd û Kurdistan’ pêşnûmeyek pêşkêşî parlamentê kirin û jê xwestin ku ji bo Kurd karibin çarenûsa xwe diyar bikin, biryarekê werbigire.
Parlamenteran bi bîr xistin ku Kurd li Rojhilata Navîn 4’emîn gelê herî mezin e û li gorî Koma Mafên Hindikahiyan li Tirkiyeyê 15 milyon, li Îranê 7 milyon, li Iraqê 6-7 milyon û li Sûriyeyê jî 1.5 milyon Kurd hene.
Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku zimanê Kurdan Kurdî ti pêwendiya xwe bi Tirkî û Erebî re nîne, ji koma zimanê Hînt-Ewropayê ye û hate diyarkirin ku Kurd piştî Şerê Cîhanê yê Yekmeîn bi çar parçeyan hatine parçekirin.
Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku Kurd li qadeke ji 500 hezar kîlometreçargoşeyî ya li Rojhilata Navîn dijîn û qala polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên Tirkiye, Iraq, îran û Sûriyeyê yên li dijî Kurdan hate kirin.
Piştre jî rewşa dawî ya li çar parçeyên Kurdistanê hate nirxandin û vegotin.
Parlamenteran piştî vegotina rewşa li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, bi bîr xistin ku mafê diyarikrina çarenûsa xwe ya neteweyan pîvaneke giştî ye ku di gelek qanûnan de cih girtiye.
Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku ev maf bi xalên 1, 76 û 55’an ên rêziknameya Neteweyên Yekbûyî hatiye misogerkirin û hate bibîrxistin ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji sala 1960’î û vir ve ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan 3 caran biryar wergirtiye.
Di beşa dawî ya pêşnûmeyê de işaret bi binpêkirina azadiya îfadeyê û çapemeniyê ya li Tirkiyeyê hate kirin. Parlamenteran diyar kirin ku azadiya îfadeyê û çapemeniyê bingeha demokrasiyê ye û destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê rewşeke ku nayê qebûlkirin a neyînî zêdetir dibe.
Wekîlan di pêşnûmeya xwe ya bi sernavê ‘Kurd û Kurdistan’ de ji bo Kurd karibin çarenûsa xwe diyar bikin ji parlamentê xwestin ku di vê der barê de biryarekê werbigire.
Parlamenterên ku mohra xwe danîne binê pêşnûmeyê: Dag Larsson, Abraham Halef, Anna Wikström, Ingela Nylund Watz, Leif Nysmed, Mattias Tegner, Serkan Köse, Alexandra Völker, Azadeh Rojhan Gustafsson, Lawen Redar, Markus Selin, Mattias Vespä, Teres Lindberg.