KCÊE bi wesîleya salvegera 22’an a komploya 9’ê Cotmehê ev bang kir, “Werin em sala 2021’î bikin sala azadiya Rêber Apo, Kurdistan, Êzîdxan û Rojhilata Navîn. Êdî li dijî komploger û qirkirinê dema azadiya Rêber Apo, dema hevrêtî û dostaniya rast hatiye.
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE) bi wesîleya salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Beriya 22 salan di 9’ê Cotmeha 1998’an de, Rêber Apo bi komplo û êrişek navneteweyî ji Rojhilata Navî hat derxistin. Komplo û êrişa li dijî Rêber Apo, bi tevlîbûna gelek hêzên herêmî û navneteweyî hat lidarxistin. Di kesayetiya Rêber Apo de, êriş li hemberî civak, gel, bawerî, hêzên demokrasî û aştîxwaz yên derveyî pergala desthilatdar û hegemonîk pêk hat. Rêber Apo didît ku li di kesayetiya wî de, li hemberî Tevgera Azadiya gel û civakan êrişek berfireh tê amade kirin, ji bona ku vê yekê pûç bike, di nava hewldan, lêgerîn û têkoşînê de bû.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Rêber Apo di nava lêgerîna xwe de dixwest berê xwe bide Çiyayê Şengalê jî, ji ber ku wî zanîbû ku Şengal di sedê salan de, stargeh û hêlîna herî bi ewle ya civaka Êzîdî, Mêrxas, Derwêş, Edul, Xezal, Binefş û Egîdan bû. Wî dixwest li serê Çilmêra di nav civaka 72 caran rastî Ferman, qirkirin û êrişan hatî de be û leystika li hember azadî, civak û gelan ji wê derê bi têkoşînê mil bi mil bi civaka Êzîdî û şervanên xwe re hevbeş têk bibe.”
Koordînasyonê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo peydakirina çareseriya pirsgirêka Kurd li gel dost, heval, hêzên demokrasî û azadîxwaz ji neçarî ji Rojhilata Navîn derket û bi vî rengî xwest pêşî li kuştin, talankirin û xerakirina Kurdistanê û tevahiya herêmê bigire.
Daxuyaniya koordînasyonê wiha dewam kir: “Lê belê kesên ku dost, heval, aştîxwaz û demokrasîxwaz ditîtin ne wisa bûn û wan ew li nîverê hiştin. Bi hevkariya van derdorên komploger, Rêber Apo ji aliyê hêzen desthiltdar û hegemonîk ên navneteweyî ve û bi awayekî korsanvarî, li dijî hemû pîvanên mafê mirovan û hûqûqa navdewletî, radestî dewleta Tirk a faşîst û qirker hat kirin.
Di serî de, rêveberiya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê, Rûsya û gelek hêzên navneteweyî û herêmî di nav vê kopmloyê de cih girtin. Di encama vê êriş û komploya ku li hember Rêber Apo hat pêkanîn, bi esaret û dîlgirtina ku heya roja me didome de, êriş, komplo û esaret li hemberî tevahiya Rojhilata Navîn, çarenûsa gelan, azadî, demokrasî û jiyana hevbeş ket meriyetê. Bi vê yekê re bingehê şerê li Rojhilata Navîn, ku di encamê wî de bi sed hazaran kes hatin kuştin, bi deh milyonan kes ji cih û warê xwe qut bûn, bi sedan bajar, bajarok û gund bi tevahî hatin rûxandin hat avêtin.
Bê çawa beriya 22 salan Şengal ne amade bû û nekarîbû Rêber Apo di nava xwe de bihewîne û jê ra bibe stargeh, di 3’yê Tebaxa 2014’an jî, nekarîbû civaka ku di dîrokê de 72 Ferman hatîn serê wê û herdem jê re bûyî stargeh vê carê biparêze. Bê çawa Rêber Apo baweriya xwe dost û hevalên ne rast anî û wan ew bi komployê radestî hêzên qirker kirin, heman aqubet hat serê civaka Êzîdî û Şengalê. Wan hêz û derdorên ku xwe ji Şengal û civaka Êzîdî re dost û xwedî ditîtin, Şengal û civaka Êzîdî bi komployekê di nav destê hova û faşîstên qirker de hiştin.
Ev 22 sal in hêzên komploger, hegemonîk, desthiltdar û qirker li hemberî civaka Êzîdî, gelê Kurdistanê û gelan li ser kar in. Di Çileya 2018’an de, komplo, dagirkirin û qirkirina li ser Efrînê destpê kir. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî, komploya li ser Serêkaniyê û Girê Spî destpê kir. Herdu êrişên komployî, dagirkerî û qirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi tevlîbûna heman hêzên herêmî û navneteweyî yên komploger pêk hatin. Di encama vê dagirkeriyê de, bi hezaran Êzîdî jî di nav de, bi sed hezaran kes ji cih û warê xwe derketin. Cih û warên wan hatin xerakirin û cihê wan de hêzên faşîst û qirker hatin bicihkirin.
Tecrûbe û serpêhatiyên 22 salên dawî, bi dehê caran ispat kiriye ku, êriş, tecrîd, dîlgirtin û zextên li hemberî Rêber Apo, dibe Ferman, Qirkirin û dagirkirin li hemberî civaka Êzîdî, gelê Kurd, gelên herêmê, Êzîdxan, Kurdistan û Rojhilata Navîn. Bi dîlgirtina Rêber Apo re, civak, gel, azadî, demokrasî, jiyana hevbeş û aştî dîl tê girtin û têkbirin.
Di nava van 22 salan de tiştekî din jî ispat bû, tevî hemû şerê li Rojhilata Navîn, tecrîd û esareta ku Rêber Apo di nav de ye jî, mirov dikare bêje ku tenê li cih û herêmên ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd ya ku xwe bi raman û felsefeya wî birêxistin kiriye, jiyana hevbeş ya li ser hîmê azadî, wekhevî û demokrasiyê pêk tê. Îro li tevahiya Rojhilata Navîn, rexmî hemû êrişên dewleta Tirk, DAÎŞ, hêzên paşverû yên li herêmê û hêzên hegemonîk û komploger jî, tenê li Bakur-Rojhilatê-Sûriyê û Şengalê hîmê jiyana azad a gel û civakan hatiye avêtin. Ji bona misogerkirina Xweseriya Şengalê û Bakur Rojhilatê Sûriyê û avakirina jiyana hevbeş li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn divê demildest dawî li tecrîd û dîlgirtina Rêber Apo bê anîn û ew bi awayekî fîzikî azad bibe. Heya Rêber Apo dîlgirtî be, wê hêviya jiyana azad, wekhev û demokrasiyê jî dîlgirtî be. Bi serketina pêngava azadiya Ocalan û bi dawîanîne dîlgirtin û tecrîda li ser wî, bicihkirina raman û felsefeya wî, wê jiyanek û siberojek azad li Êzîdxan, Kurdistan û Rojhilata Navîn pêkan be.
Li ser vî esasî, em wek Koordînasyona Civaka Êzîdî li Ewropayê, deklere dikin ku bi hemû hêza xwe, tevlî pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan bibin û bang li tevahiya civaka Êzîdî dikin ku li her derê tevî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin. Bi taybetî jî tevlî hemû çalakiyên 10 û 11’ê Cotmehê yên destpêka vê pêngava ku wê li seranserê Kurdistan, Ewropa û Cîhanê ben lidarxistin bibin û pêşî li hişmendiya faşîst, qirker û komploger bigrin. Ev berpirsyariya me ya dîrokî, li hemberî hemû cangorîyên Êzîdxan, Kurdistan, mirovahiyê, qurbaniyên 73 fermanan û Rêber Apo ye.
Her wiha em bangî tevahiya Kurdistanî û dostên wan jî dikin ku tevlî pêngava azadiya Rêber Apo û hemû çalakiyan bibin ku ji bona azadiya Rêber Apo ku werin lidarxistin bibin. Werin em sala 2021’ê bikin sala azadiya Rêber Apo, Kurdistan, Êzîdxan û Rojhilata Navîn. Êdî li dijî komploger û qirkirinê dema azadiya Rêber Apo, dema hevrêtî û dostaniya rast hatiye.”