Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê êrişa li ser hêviya çareseriyê ya gelan e.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber salvegera 22’an a komploya 9’ê Cotmehê ku sala 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ahte ragihandin ku komplo di şexsê Ocalan de destwerdana li paşeroja gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû û hate gotin, “Ev plana ku li dijî têkoşîna azadî, demokrasî, aramî û aştiyê ya gelan hate kirin, bû sedemar ûdana gelek pirsgirêkan ku îro jî bandora wan dewam dike.”
HDP’ê diyar kir ku ev plana navneteweyî di salvegera 22’an de bi tecrîda mutleq dewam dike û wiha dewam kir: “Bi rengekî nehiqûqî nayê hiştin ku Ocalan malbata xwe, parêzerên xwe bibîne û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Tecrîda ku di şexsê Ocalan de li Îmraliyê bi cih hate anîn, îro li tevahiya welêt belav dibe, civak bê nefes tê hiştin. Bi tecrîda li Îmraliyê re bêhn li gelan tê çikandin. Tecrîda mutleq a li Îmraliyê êrişek li ser hêviya çareseriyê ya gelan e. Li dijî vê feraseta ku dixwaze civakê bêparastin bihêle û gelan li ber hev rake, em ê jiyana hevpar û Komara Demokratîk biparêzin.”