Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji çeteyên dewleta Tirk ên ku ji bo piştgiriya artêşa Azerbaycanê ji Sûriyeyê derbasî herêmê hatine kirin, 26 ji wan di nava 48 saetên dawî de hatin kuştin.

Hate ragihandin ku di şerê Qerebaxê de heta niha herî kêm 107 ji van çeteyên rejîma Enqereyê hatine kuştin.

400 ÇETEYÊN DIN LI BER ŞANDINÊ NE

Di daxuyaniya SOHR’ê de ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên pê bawer, dewleta Tirk ji komên çete yên ‘Sûltan Mûrad’, ‘El Hamzet’ û komên din ên çete 400 kesên din amade dike ku rojên bê bişîne Azerbaycanê.

HEJMARA ÇETEYÊN HATINE ŞANDIN GIHÎŞT 1450 KESÎ

SOHR’ê diyar kir ku di rewşa heyî de hejmara çeteyên ku ber bi Azerbaycanê ve hatine şandin gihîştiye 1450 kesî û ragihand, Enqereyê hefteya derbasbûyî 250 ji van çeteyan derbasî Azerbaycanê kir.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku beriya çend rojan şîrketên taybet û servîsên îstîxbaratê yên Tirk hîn jî çeteyan dişînin herêmê û gelek kes jî ji bo şandinê perwerde kirine. Hate ragihandin ku piraniya yên hatine şandin Tirkmen in.