Parêzer Serbay Koklu gotina “Îmrali, laboratûwara zext û demokrasiyê ye” ya heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî bi bîr xist û got, sîstema Îmraliyê qada têkoşîna navbera şer û aştiyê ye.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu, qedexeya hevdîtin û axaftina bi telefonê ya bi parêzeran re ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hatiye birîn nirxand.

Koklu bi bîr xist, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir, ji aliyê DYE, Yekîtiya Ewropa û Îsraîlê ve hate kirin û destnîşan kir ku komplo ji bo dîtina planên li ser Rojhilata Navîn bi taybetî yên li ser Kurdan girîng e. Koklu anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd gihand wê astê ku bibe hêzeke diyarker û bi gelên herêmê re çareseriya demokratîk biafirîne û ragihand, ev rewş ji bo sîstema navneteweyî veguherî gefeke cidî ya mezin.

Koklu diyar kir, ku ji ber vê yekê kompo hate kirin û divê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê jî li gel komployê bê nirxandin. Koklu got, “Sîstema tecrîdê du aliyên xwe hene. Ji bo Hêzên navneteweyî di dîzaynkirina Kurdan û Rojhilata Navîn de bû zemînek, ji bo dewleta Tirk jî veguherî sîstemeke rêveberiyê. Ji ber vê yekê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ji aliyê sîstema navneteweyî ve hate dîzaynkirin. Divê mirov bala xwe bidin ser dîroka 20 salan a sîstema tecrîdê. Piştî sala 1999’an şerê Efganistanê yê 2001’ê û dagirkirina Iraqê ya sala 2003’an ketibûn rojevê.

Ji bo Birêz Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin û Kurd careke din li gorî sîstema di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de hate destnîşankirin bê dîzaynkirin, komploya navneteweyî asteke girîng bû. Lê belê ev plan li gorî dilê hêzên navneteweyî pêk nehat. Kesayet, îrade, fikir û stratejiya Birêz Ocalan kete dewrê. Mîna ku di parêznameyên xwe de diyar kir, pêvajoya ku ji sala 1985’an ve weke ‘Şerê Gladîo’ pênase kir. Diyar kiribû, di demekê de ku Kurd bûn xwedî îrade û bi dewleta Tirk re ketin nava hewldana çareseriyê, destwerdana navneteweyî kete dewrê.

Yek ji tiştên girîng ku Birêz Ocalan kir; komplo analîz kir û li dijî vê yekê paradîgmayek destnîşan kir. Îmrali li gel aliyê xwe yê trajîk, her wiha ji ber kesayetiya Birêz Ocalan deriyê veguherîneke mûezem a dîrokî vekir. Destwerdanên Gladîo û sîstema navneteweyî analîz kir, çareseriya neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk pênase û şênber kir û derxist ser dika dîrokê.”

‘QANÛNÊN OCALAN’

Koklu da xuyakirin ku bi sîstema tecrîdê ya Îmraliyê re qanûnên sîstema dewleta Tirk bi temamî hatin guhertin û got, “Piştî ku Birêz Ocalan sala 1999’an anîn Tirkiyeyê, sîstema ‘Girtîgeha bi ewlekariya bilind’ a ku berê hatibû ceribandin lê nehatibû pêkanîn, hebû. Giravek tenê li dijî Birêz Ocalan hatibû amadekirin. Sîstema li Îmraliyê li dijî Birêz Ocalan hate avakirin, gav bi gav veguherî sîstemeke rêveberiyê ya li Tirkiyeyê.

Sala 2005’an sîstema înfazê, mûhakeme û cezayê Tirk ku li dijî Birêz Ocalan bi taybetî hate amadekirin, xistin dewrê. Rejîma qanûnî ya ku niha di halê hazir de bi cih tê anîn, pêkanînên sîstema ceza ya Tirk e ku sala 2005’an li dijî Ocalan hate afirandin û pêkanîn. Heta vê demê li girtîgehan tecrîdeke welê giran tune bû, lê niha li gelek girtîgehan kiryarên bi heman rengî hene. Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bi vî rengî ji bo Tirkiyeyê veguherî sîstemeke hiqûq û rêveberiyê.”

‘KOMPLO PÊNGAVA STRATEJÎK BÛ’

Koklu diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku sala 1998’an ji Sûriyeyê hate derxistin, yek ji encamên girîng ku tespît kir ew bû; şerekî herêmî yê li Rojhilata Navîn gav bi gav tê destpêkirin û bi van gotinan nîşan da bê çima Ocalan navnîşana çareseriyê ye: “Tespîta Ocalan tespîteke ku îro ji aliyê gelek ramangerên naskirî tê qebûlkirin. Ji şerê Kendavê ve Şerê Cîhanê yê 3’emîn diqewime. Komploya li dijî Birêz Ocalan pêngava herî stratejîk a ji bo kûrkirina şer bû. Birêz Ocalan piştî ku rewş tespît kir, hewldanên xwe hemû ji bo pûçkirina komployê b3u. Li dijî şer ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk tevgeriya, hewl da. Encama vê kûrbûnê jî çareseriya neteweya demokratîk bû.

Birêz Ocalan sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bi rengekî diyalektîk nirxand. Nîşanî me hemûyan da. Îmrali veguherî qada têkoşînê ya navbera şer û aştî, darbe û demokrasî, kaos û çareseriyê. Birêz Ocalan li gel derfetên xwe yên kêm, teorî, hewldanên çareseriyê gav bi gav afirand û derbasî qonaxeke nû kir. Pêvajoya Osloyê şênberbûna hewldana Birêz Ocalan bû. Sedema nerazîbûna mezin a li ‘Nexşeya Rê’ ew bû ku çareseriya Birêz Ocalan şênber bûbû û bi vî rengî pêşkêşî raya giştî hatibû kirin. Dema ku ev yek pêşkêş kir, di heman demê de gelek maske jî anî xwarê.

Tecrîda muqlet û girankirî sala 2011’an piştî parvekirina ‘nexşeya rê’ dest pê kir. Birêz Ocalan di navbera salên 2013-2015’an de yekemcar çareseriya Kurd di dîroka dewleta Tirkiyeyê de veguheran mutebeqetekê. Ev ket kete nava siyasetê jî dîrokê jî. Lewma mekanîka darbeyê kete dewrê. Birêz Ocalan di her qonax û şert û mercî de bêyî bahaneyan diyar bike, di çareseriyê de bi rola xwe rabû. Ya ku li dijî wî kete dewrê jî mekanîka darbeyê bû. Tirkiye gav bi gav ber bi felaketê ve tê dehfdan. Nêzîkatiyên Birêz Ocalan ji bo gelê Tirkiyeyê û gelên herêmê sîgortaya li dijî felaketê ye. Sîstema Îmraliyê ew qad e ku şer û aştî li ber hev radibin. Tespîta ‘Îmrali laboratûwara zextê û demokrasiyê ye’ ya Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî, di vê demê de jî derbasdar e.”