Di salvegera komployê de sala 2019’an li Serêkaniyê û Girê Spî li pêş çavên mirovahiyê bedenên mirovan parçe parçe kirin. Bedena Mûhammed ê 9 salî bi fosforê hate şewitandin. Şervana YPJ’ê Destan Ararat ku tevlî şerê li Serêkaniyê bû, qala berxwedanê kir.

Şervana YPJ’ê Destan Ararat di destpêka axaftina xwe de got, “Êrişên dijmin ji xwe hebûn, ji ber vê yekê me amadekariyên xwe kiribûn. Destpêkê ji tabûra me hin heval çûn Serêkaniyê. Ez jî wê demê li nuqteyê mabûm. Lê belê min ev yek qebûl nedikir û israr dikir ji bo biçim. Ji ber rabirdûyeke min li Serêkaniyê hebû. Her bihosta xaka wê bi xwîna şehîdan hatibû avdan. Welê bi hêsanî nehatibû rizgarkirin. Ji ber vê yekê, nirxê xwe yê manewî ji bo me gelekî mezin bû. AKP-MHP û çeteyên DAÎŞ’ê êriş dibirin ser vê xaka pîroz a bi zor û zehmetî hate rizgarkirin. Nedibû ku min ev yek qebûl bikira. Di encama vê israrê de ez jî tevî tabûrekê tevlî şerê li Serêkaniyê bûm. Wê demê destpêkê çûm Til Xelefê. Komek ji hevalan derbasî Serêkaniyê bûn. Til Xelef hatibû dorpêçkirin. Ji ber vê yekê em jî bi komên biçûk belav bûn. Ez û komek ji hevalên jin li çepereke cuda de bûn. Kûrbûna me li ser dijmin bû. Wê ji ku bên? Ji ku êriş bikin? Armanca me ya herî mezin ew bû ku ne Serêkaniyê ne jî Girê Spî ji dijmin re nehêlin. Êrişên dijmin gelekî giran bûn. Bi balafirên şer, balafirên keşfê, obus û hawanan êriş dikirin. Hevala me Bermal ku doçka bi kar dianî hatibû dorpêçkirin. Tevî ku bi tena serê xwe ma berxwedaneke gelekî mezin nîşan dabû. Hevalan piştre ew ji dorpêçiyê derxistin. Piştre di têkoşîneke bi rûmet de şehîd bû. Me nikarîbû agahiyê ji koma nêzî xwe werbigirin. Sînaylên cîhazan hatibû birîn. Me jî li gorî dengê şer fêhm dikir ku li kîjan alî ne. Li gorî wê em bi cih dibûn.”

‘ME YÊ XAKA XWE JI KESÎ RE NEHIŞTIBÛYA’

Şervana YPJ’ê Ararat wiha dewam kir: “Hevalan bi lehengî li ber xwe didan. Şehîd û birîndarên me hebûn. Tevî her tiştî jî moral û motîvasyona me bilind bû. Me yê heta dawiyê şerê xwe dewam bikira. Çete êdî ketibûn Til Xelefê. Ez û hevala jin a li gel min em bi tenê ma bûn. Du rojan em di nava çeteyan de bûn û me şer dikir. Til Xelef cihekî biçûk e, kolanên wê teng bû. Çete li hemû kolanan bi cih bûbûn. Em du kes bûn, lê ew bi sedan çete bûn. Çi dibû bila bibûya em ê heta dawiyê li ber xwe bidan, me yê li dijî wan şer bikira û xaka xwe bi hêsanî bi destê wan re bernedabûya. Piştî demekê me plan dikir ku ji nava çemberê derkevin û xwe bigihînin hevalan. Di roja duyemîn de ku em di nava çeteyan de mabûn, tevahiya rojê operasyon dihate meşandin. Êvarê dema ku em ji odeyekê derbasî odeyeke din dibûn, em li hev rast hatin, lê belê ew bi me nehesiyan. Çeteyan gelek qemyon anîbûn. Eşyayên li malên gel dibirin û malên gel bi B7, bi çekan dişewitandin, talan dikirin. Me ev hemû bi xwe dîtin. Ev rastiya dijmin bû, mîna her carê dagir dikir. Hêrsa me gelekî mezin bû. Çi dibû bila bibûya heta daiwyê me yê nehiştibûya dijmin xwe bigihîne van deveran. Êdî devereke nemabû ku em biketibûna çeperê. Çete li her deverê bi cih bûbûn. Cebilxaneya me kêm bû û herî dawî em ketin malekê û li odeyekê em ketin çeperê. Em li odeya jor bûn, ew li qatê jêrê bûn, me ew didît. Lê belê wan em nedidîtin. Tevî ku me dixwest şer bikin jî derdor bi çeteyan hatibû pêçandin. Lewma derfetên me yên ketina şer nebû. Me çekên xwe amade kir û pîmên bombeyên xwe kişandin, kengî ew bi me bihesiya me yê li wan bida. Piştre hêdî hêdî dengê wan kêm bû. Me her tevgera wan dişopand. Dema ku bê êvar me derdor keşif kir û em ji wir derket. Li gorî dengê wan em tevdigeriyan û me xwe gihand gundekî.”

‘QÎRÎNA WÊ DAYIKÊ HÎNÊ DI GUHÊ MIN DE YE’

Ararat herî dawî got, “Li wî gundî dayikeke û bavekî extiyar mabûn. Şêniyên gund ji ber bombardûmana balafirên şer, obus û hawanan gund terikandibûn. Dema ku em gihîştin wir êrişa bi hawan, obusan dewam dikir. Wê şevê em li gund man û heta sibehê me nobed girt. dengê şer hîn dihat. Me baş zelal nekir ku heval li ku ne. Di rê de em li dayikek û bavekî rast hatin. Dayik û bav gelekî bi hevalan re dilsoz bûn, me ew jî bi xwe re bir. Çete bi Erebî, Tirkî diaxivîn, sixêf dikirin. Me dengê dişopandin û xwe gihandin hevalan. Piştre derbasî gel hevalên li koordîneyê bûm. Me yekser her tişt dişopand. Bi rastî jî berxwedan û lehengiyeke bêhempa hebû. Bi coş û moraleke mezin şer dikirin. Çeteyan gundî dîl girtibûn û weke mertalên zindî bi kar dianîn. Li dijî konvoya gel a ji bo piştgiriya berxwedanê hat, bi rengekî hovane êrişî konvoyê kirin. Min ev yek qebûl nedikir, nikarîbûm xwe lê rabigirim. Berxwedana Serêkaniyê 9 rojan dewam kir. Berxwedaneke mezin hebû. Lê belê kete destê dijmin. Min û hevalên me hemûyan ji bo Serêkaniyê û Girê Spî soz dan. Em ê vê xaka ku her bihosta wê pîroz e rizgar bikin. Em ê heta dawiyê xwedî li nirxên xwe derkevin. Li Til Xelefê balafirên şer li malekê dan, zarok û bavê malê şehîd bûn. Qîrîna wê dayikê ku hingî li ser hevser û zarokên xwe digiriya hîn di guhê min de ye. Ez ê ti carî vê ji bîr nekim, nikarim ji bîr bikim. Çi dibe bila bibe em ê tola hevalani, tola wê malbatê û gel hilînin. Çi dibe bila bibe têkoşîna me wê bi serketinê bi encam bibe.”